Kamp bêserûber hate belavkirin

Çarşem 25 Sibat 2026 - 03:35

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch-HRW) têkildarî kampa Holê piştî ku ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê hat valakirin, raporek weşand. HRW’ê agahî da ku piştî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand wê kampa Holê vala kiriye, niha çarenûsa 8 hezar û 500 kesî ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên kampa Holê ne diyar e. Rêxistinê diyar kir ku derketina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê ne birêxistinkirî bû û bê ser û ber derketine.

Piştî kampa Holê kete destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîmenên revandina malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampê belav bûn. Her wiha gelek dezgehên medyaya erebî û cîhanê têkildarî revandina bi komî ya malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampê rapor çêkirin. Heyanî nîvê meha Çileyê li kampên Roj û Holê nêzî 28 hezar kes diman, ji wan 12 hezar û 500 biyanî bûn (ji zêdetirî 60 dewletan bûn) û 4 hezar kes jî iraqî bûn. Rêxistinê anî ziman ku rêya derketina ji kampa Holê jiyana gelek zarok û jinan xistiye xetereyê. Li ser wan bazirganî hatiye kirin, ew dane bikaranîn û zarok jî ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin û wê wan di şer de bidin bikaranîn. Her wiha HRW’ê ji rayedarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwest nasnameya kesên ji kampê derketine diyar bike, cih ji wan re peyde bikin û aliyê xizmetguzarî, tendurûstî û piskolojîk de pêdiviyên wan bi cih bîne, mekanîzmeyên qanûnî yên adil jî garantî bikin.

HRW’ê di dawî de bang li hemû hikumetan kir ku zû têkevin tevgerê û welatiyên xwe vegerînin welatê wan, mafên wan ên parastinê garantî bikin û ji nû ve bixin nava civakê û perwerde bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.