Iraq welatiyên Iraqî ji Kampa Holê digire
Sêşem 30 Kanûn 2025 - 09:18

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku biryar e 834 welatiyên Iraqî yên li Kampa Holê ya li Sûriyeyê vegerîne welat.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê Elî Cîhangîr ragihand ku wê 834 wekatiyên Iraqî yên li Kampa Holê vedigerîne welat.
Hate ragihandin ku ev veger di çarçoveya pilaneke hikûmetê ya ji bo dawîkirina dosyaya Iraqiyên li nava Kampa Holê ye.
Li gorî agahiyê wezaretê heta niha 31 karwanên welatiyan hatine vegerandin bi giştî nêzîkî 21 hezar kes in. Ev dosyaya koçberan bi hevkariya QSD’ê birêve diçe
Hêjayî bibîr xistinê ye Kampa Holê li Rojavayê Kurdistanê ye bi sed hezaran welatiyên Iraqî û malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî lê tên ragirtin. Yek ji kampên herî xeternak e.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN















