Kampa Holê

În 25 Nîsan 2025 - 02:50

Kampa Holê ku ji 2019'an heta niha bûye wargeha malbatên DAIŞ'ê gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriye û tevahiya cîhanê dixwe. Li dijî vê yekê YPJ û HSD'ê di 4 salan de 5 operasyon pêk anîn, lê hêzên navdewletî tenê temaşe dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 23'yê Nîsanê de operasyona li kampa Holê bi dawî kirin. Di encamê de 20 DAIŞ'î hatin girtin. Her wiha gelek çek û cebilxane jî di kampê de hatin desteserkirin.

Ji 2021'ê heta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û HSD'ê 5 operasyonên ewlehiyê li dijî DAIŞ'ê û malbatên wan pêk anîn. Lê şanê veşarî yên DAIŞ'ê dîsa ji nûve zindî dibin û gefê li gelê cîhanê dixwin.

Di 2019'an de hejmara malbatên DAIŞ'yan û kesên biyanî ku li Kampa Holê diman, 74 hezar bû. Ji wan 50 hezar ji malbatên DAIŞiyan bû. Rêveberiya Xweser ji çileya 2025'an heta niha 4 hezar û 547 kes kampê şandin malbatên wan.

Kampa Holê kampeke herî xeternak a cîhanê ye. Li gorî daneyên Nîsanê bi giştî 13 hezar û 124 penaberên Iraqî û 15 hezar û 805 koçberên Sûriyeyî, 6 hezar û 385 jin û zarokên çeteyên DAIŞ'î li kampê dimînin.

Kampa Holê ku li rojhilatê bajarê Hesekê ye û li nêzî sînorê Iraqê ye, ji cihên herî xeternak e. Kamp sala 1991'ê ji bo bicihkirina penaberên Iraqê yên ji Şerê Kendavê yê Duyemîn reviyane, hatibû avakirin. Piştî bidawîbûna şer penaberên Iraqê vegeriyan û kamp hat girtin. Lê bi êrişa li dijî Iraqê ya 2003'yan re kamp dîsa hate vekirin.

Bi destpêka krîza Sûriyeyê re çeteyên DAIŞ'ê kamp dagir kir û bajarê Holê ji bo çûn û hatina di navbera Iraq û Sûriyeyê de bi kar anî. Di 15'ê Mijdara 2015'an de HSD'ê bajarê Holê û kampa wê ji DAIŞ'ê rizgar kirin û tê de koçberên Sûriyeyê yên ji şerê di navbera hikumeta Şamê, komên dewleta Tirk, Cebhet El Nusra û DAIŞê de reviyane, bi cih kirin.

Herî dawî jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku operasyona li kampa Holê di 18’ê Nîsanê dest pê kiribû û 6 rojan dewam kir, bi dawî bûye. Di operasyonê de 20 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin. Her wiha gelek çek û cebilxane jî di kampê de hatin desteserkirin.

Wezareta Derva ya Almanya ragehandibû ku Kampa Holê ya bajarê Hesekê ji bo zarokên DAIŞ'î bûya dibistaneke perwerdeyê. Wezîr destnîşan kiribû ku tundutujiya DAIŞ'ê ya 2020'î ji ya sala 2019'an bêtir e.

AW/NAVENDA NÛÇEYAN/ VEYSEL AVCI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.