Rêveberiyê bi Şamê re li hev kir

Çarşem 28 Gulan 2025 - 03:25

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tehliyekirina malbatên li Kampa Holê dimînin, bi hikûmeta Şamê re li ser mekanîzmayeke hevpar li hev kir. Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku li Kampa Holê şandeyeke desthilata Şamê, şandeyeke Koalîsyona Navneteweyî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hev civiyan. Ehmed diyar kir ku di civînê de li ser mekanîzmayeke hevbeş a birêxistinkirina pêvajoya derxistina malbatên Sûriyeyî û vegerandina wan li herêmên wan lihev hatin ku zehmetî û barê li ser kampê sivik bibe. Ehmed anî ziman ku kî bixwaze vegere herêmên xwe wê Rêveberiya Xweser piştgiriyê bide û anî ziman ku dosyaya mirovî di planên pêşîn de ye û dûrî mijarên siyasî girîngiyek mezin didin vê mijarê. Kampa Holê wekî yek ji kampên herî xeternak ên cîhanê tê zanîn. Di kampê de bi taybet malbatên endamên DAÎŞ’ê yên ku xwedî talûkeya ewlehiyê ya bilind in jî hene. Ev peyman wekî gavek girîng ji bo ewlehiya kampê û baştirkirina rewşa mirovahî li herêmê tê nirxandin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.