Ji bo siberoja Sûriyeyê îradeya gel divê
Duşem 29 Kanûn 2025 - 03:12

Senherîb Bersûm diyar kir ku tiştên di sala piştî hilweşîna rejîma Baasê de li Sûriyeyê qewimîne armancên şoreşê bi dest nexistin û got nebûna beşdarbûnê û yekdestdariya desthilatê bûye sedema krîzên navxweyî û binpêkirinên mezin li dijî civakên cuda.
Hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Bersûm, rewşa Sûriyeyê ya salek piştî hilweşîna rejîma Baasê nirxand û diyar kir ku qonaxa heyî, hêzên gelên Sûriyeyê ji bo avakirina dewleteke demokratîk û piralî pêk neaniye.
Senherîb Bersûm got hikumeta niha di çareserkirina rewşa navxweyî ya Sûriyeyê de têk çûye û li welêt êrişên li dijî Xiristiyanan, sûc û binpêkirinên giran, bi taybetî li herêma peravê û Siwêdayê, pêk hatine.
Senherîb Bersûm rewşa giştî ya hundirê Sûriyeyê wekî nebaş bi nav kir û da zanîn ku hikumet giraniyê dide ser têkiliyên derve û rakirina cezayan, li ser hesabê aramiya navxweyî.
Senherîb Bersûm da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser di avakirina demokrasî, pirrengî û jiyana hevbeş de serkeftî ye û bûye sedema aramiyê û têkbirina DAIŞ'ê. Senherîb Bersûm got ev model ji bo tevahiya Sûriyeyê derbasdar e. Senherîb Bersûm diyar kir ku divê siberoja Sûriyeyê bi îradeya gelê xwe bi beşdariya rastîn, bê cudahî û destwerdana derve were avakirin û bibe sedema avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk ku hemû pêkhateyan dihewîne.
ANHA/QAMIŞLO















