Bi Heleb nebe Helebçeyeke duyem

Yekşem 11 Çile 2026 - 15:00

  • Pisporê zanyariyên siyasî û têkiliyên navneteweyî Prof. Dr. Naîf Bêzwan derbarê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê diyar kir ku li hemberî komkujî û koçberkirina Kurdan, divê Kurd xwedî siyaseteke hevpar bin.

Hezên hikumeta demkî ya Şamê û komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê bi çekên giran êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dikin. Komên çekdar li dijî welatiyên sivîl, jin û zarok, mizgeft û nexweşxaneyan bi awayekî hovane êrişên xwe didomînin. Hezên ewlehiyê û şeniyên taxan li dijî êrişan, xwe diparêzin û nahêlin komên çekdar bikevin nava taxên wan. Herçiqas ji aliyê medyaya Tirkiye û hikumeta demkî ya Şamê ve bê gotin ku welatiyên taxê ji taxê derdikevin jî, Meclîsa Taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bi daxuyaniyan radighînin ku ew li dijî êrişan li ber xwe didin û dev ji taxên xwe bernadin.

Di vê çarçoveyê de pisporê zanyariyên siyasî û têkiliyên navneteweyî Prof. Dr. Naîf Bezwan rewşa dawî ya geşedanan nirxand.

Naîf Bêzwan destnîşan kir ku ev şerekî qirêj û total e û got: “Îro li Helebê li hemberî Kurdan û li niştecihên din bi destê rejîma Colanî û alîgiriya Tirkiyeyê ya siyasî, leşkerî û dîplomatîk êrîşên jenosîdî ango komkujî û koçberî hene. Ev şerekî total e, ji ber ku êrîş li hember sivîlan tê kirin, gel tê koçberkirin, qirkirina siyasî tê armanckirin û şerekî derûnî tê meşandin.”

Naîf Bêzwan da zanîn ku bi van êrîşan li dijî Rojavayê Kurdistanê û HSD'ê rewşeke nû derket holê û got: “Ev rewş, rewşeke bi metirsî ye û bêguman gelek metirsiyan jî dihewîne. Li ser navê ‘Yekîtiya Sûriyeyê’ ji aliyê rejîma Colanî û aligirên wî ve pêkhateyên Sûriyeyê yek bi yek têne qirkirin, bingeh û mercên pêkvejiyanê têne rûxandin. Lewma jî armanca van êrîşên hovane, li Rojavayê Kurdistanê û li tevahiya Sûriyeyê avakirina rejîmeke dîktatorî û mêtingerî ye. Bi navê yekîtiya Sûriyeyê, dixwazin li ser Rojavayê Kurdistanê mêtingeriyê pêş ve bixin. Bi vê yekîtiyê tişta ku tê xwestin kolonyalîzm û dagirkerî ye, ne tişteke din e.”

Di dawiya axaftina xwe de Naif Bêzwan bal kişand ser metirsiya komkujiyê û wiha bi dawî kir: “Em di asteke wisa de ne ku wextê me nema ye. Ji bo Heleb nebe Helebçeyeke duyem, pêwîst e li hemberî komkujî û koçberkirina Kurdan, divê Kurd xwedî siyaseteke hevpar bin û bi awayekî girseyî li her derî dengê xwe bilind bikin. Çarenûs û pêşeroja Kurdan niha li Helebê tê nivîsandin. Divê mirov bi vî awayî nêzî Helebê bibe.” AW / NAVENDA NÛÇEYAN / MANSÛR KUYUMCU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.