Terciha me an serkeftin an serkeftin
Şemî 24 Çile 2026 - 03:58

Ji fermandarên YPJ’ê Raya Mihemed a ku ji eşîra Dêrazor û Begara ye, di axaftina xwe ya ajansa ANHA de got ku hêzên li bajarê Hesekê bi temamî amade ne ku li hemberî her gefa ewlehî û aramiya bajar û gelê wê bisekinin. Raya Mihemed diyar kir ku hêz bi taybetî li eniya pêşîn, bi taybetî li derdora Çarxerêya Panorama bi cih bûne. Û bal kişand ser vê yekê ku rewşa sivîlan bi saye fedakarîyên şervanan aram e û got:“Em bi temamî amade ne ku xwe û gelê xwe biparêzin.” Raya Mihemed li hemberî hewldanên fitneyê ya ku dixwazin di navbera Kurd û Ereban derxin de hişyarî da û got ku ev plan dixwaze xwîşk û biratiya gelan hilweşîne û li dijî gelên herêmê komkujiyan bike, lê hişmendiya gelê herêmê û yekîtiya pêkhateyan dikare van hewldanan têk bibe. Fermandar Raya Mihemed ragihand ku ji bo parastina Hesekê û derdora wê hemû hêz û pêkhate di heman eniyê de ne û wê destûrê nedin ku çete derbas bibin. Her wiha Raya Mihemed got ew ê destûrê nedin ku çeteyên DAÎŞ’ê birevin û hemû hewldan wê bi îradeya şervanan û yekîtiya gelan re bên têkbirin. Di dawiyê de Fermandar Raya Mihemed wiha got:“Terciha me zelal e; an serkeftin an serkeftin.”
Birîndar bû û dîsa vegeriya eniyê!
Şervanê YPG’ê Gîwara Dêrîk di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê yên li ser Rojava de birîndar bûbû. Piştî dermankirinê dîsa vegeriya eniyê û got ku ewê parastina axa xwe bidomîne. Gîwara Dêrîk a ku li eniya şer a Hesekê daxuyanî da û diyar kir ku ev welat axa wane û got:“Ev welatê me ye. Emê axa xwe biparêzin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî, heta nefesa xwe ya dawî emê berxwe bidin. Gelê me li pişt me be, emê qet gavekê paş ve neavêjin. Emê berxwedanê bikin, ji ber ku ji berxwedanê pêvetir çareya me tune ye. Em wek gel şer naxwazin. Lê ger şer were ber deriyê me, emê xwe biparêzin. Emê li ber tu kesî serê xwe netewînin. Em gelekî ku xwedî hezaran şehîdanin. Emê têkoşîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. Bi qasî ku ji hêza me tê, emê li berxwe bidin.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN












