Mîmarê operasyona kuştina Bexdadî bû

În 15 Tebax 2025 - 03:45

  • Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî anî ziman ku Nûreddîn Sofî ku li Rojava wezîfeyên di asta bilind de bi cih anî, di serketina operasyona li dijî Bagdadî de rola wî diyarker bû û got:“Ji ber ku wî di vê operasyonê de israr kir û pêvajo ji nêz ve şopand.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî qala fermandarê mezin ê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî kir. Ebdî anî ziman ku şehîd Nûreddîn Sofî di serî de berxwedanên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li Rojava beşdarî gelek berxwedanan bû û got, Nûreddîn Sofî yek ji mîmarên operasyona kuştina şefê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî bû. Fermandar Mazlûm Ebdî wiha qala welatparêziya malbatê û Fermandar Nûreddîn dike:“Heval Nûreddîn ji malbateke welatparêz, bi nirxê exlaq û olî ve girêdayî bû. Di gundekî de bû ku derdorê wan tevayî gelê Ereb bûn. Hem nirxên xwe yên netewî parastin, hem jî têkiliyên bi pêkhateya Ereb re di asta herî baş de bûn. Heval Nûreddîn jî li ser vî bingehî mezin bû. Vê yekê bandorek mezin li meşa wî ya di nava şoreşê de kir û bandorek gelek erênî bû. Wê demê tevgera me ya şoreşgerî gihaştibû astekî. Xebatên me di zanîngehê de jî gihaştibûn astekî. Gelek alîgirên me çêbibûn. Heval Nûreddîn di demeke kurt de di nava xwendekarên Kurd de hat nasîn. Demeke dirêj di nava xwendekaran de xebat da meşandin û pêşengî kir. Di nava çalakiyên civakî de cih digirt, weke birêxistinkirina Newrozan, meşan, xebatên din ên civakî di hemûyan da hertim rolekî pêşeng dilîst. Heval Nûreddîn li Helebê diçû nava gelê Kurd ê taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Heyderiyê û xebat dida meşandin. Demekî çû Efrînê û xebat da meşandin.”

Dixwest Romana Şoreşê binivîse

Mazlûm Ebdî taybetmendiyeka din a fermandar Nûreddîn Sofî vegot û diyar kir ku ew kesekî rewşenbîr bû, ji nivîsandinê pir hez dikir. Di sala 1991’an de bi hev re ji salekê zêdetir di kovara Dengê Welat de kar kirine, fermandar Nûreddîn di hinek pirtûkên li ser şoreşê yên wê de dinivîsî û got:“Bandora vê xebatê li tevayî jiyana wî ya di nava şoreşê de kir. Heval hemû dizanin tim meyla wî ji bo mijarên rewşenbîrî, xwendin, wêjeyî û zanistî hebû. Di nava tevgera me de wek şoreşgerekî rewşenbîr dihat naskirin. Her tim mereqa wî ya ji bo nivîsê hebû. Dema di nava Şoreşa Rojava de bû jî hewldanên wî yên nivîsîna romana şoreşa Rojava hebûn. Xebatên wî hebûn. Ez bawer dikim niha nivîsandinên wî yên hatine amedekirin jî hebin.”

Bawerî dida herkesê

Mazlûm Ebdî qala xebata fermandar Nûreddîn Sofî ya di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir û got:“Di sala 2013’an de dema şoreşa Rojava gihaşte asteke pêwîstiya şoreşê bi pêşengan hebû. Hem di aliyê leşkerî hem jî siyasî de tecrubeyên xwe hebûn. Ji ber wê me heval Nûreddîn vexwend şoreşa Rojava. Di pergala me ya civakî û rêxistinî de, di navbera salên 2013-14-15’an de pêşketinên ku çêbûn destpêka avakirina pergala me ya civakî bûn. Heval Nûreddîn roleke pêşeng lîst. Têkiliya pêkhateyên Kurd, Ereb, Siryan û hemû pêkhateyan çêdikir. Di pêngavên me yên li dijî DAIŞ’ê de hertim rolekî mezin lîst. Di pêngava rizgarkirina Reqayê de biryardariya heval Nûreddîn, di meşandina şer de rolekî xwe yê sereke hebû. Di tunekirina DAIŞ’ê li Baxoza Dêrazorê de jî Heval Nûreddîn fermandariya şer kir. Wî mohra xwe li tunekirina DAIŞ’ê da.”

Di kuştina Bexdadî de diyarker bû

Fermandar Mazlûm Ebdî agahiyeke din jî da û got:“Heval Nûreddîn di operasyona kuştina serçeteyê DAIŞ'ê Ebû Bekir El Bexdadî de roleke sereke lîst. Agahî hebûn lê hinek hevalan digotin ne rast in. Yê ku bi israr şopand û teqez kir heval Nûreddîn bû. Bi xwe teqez kir û hişt ku bibe biryara QSD û koalîsyonê. Mîmarê serkeftina operasyona li dijî Bexdadî heval Nûreddîn bû. Di fermandariya me de yê meşandî ew bû. Şehadeta wî ji Tevgera Kurd a Rojava, tevahî pêkhateyên Sûriyeyê re zirareke mezin e. Helbet dê bandoreke xwe hebe. Lê em ê wek hevalên wî têkoşîn û armanca wî bigihînin serkeftinê.”

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.