Ji bo rûmeta mirovahiyê şer kir
Duşem 18 Tebax 2025 - 03:35
Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif der barê şehadeta şehîd Nûreddîn Sofî axivî. Foza sersaxî da malbata şehîd, gelê Kurd û gelên herêmê û destnîşan kir ku çûyîna wî, windahiyeke mezin e ku kesayeteke biha û bi qîmet bû û ji bo azadiya gel û doza wî, jiyana xwe borand. Foza behsa dîroka têkoşîna fermandar Nûreddîn Sofî kir û got:“Xwedî dîrokeke demdirêj a dîroka şoreşa Kurdistanê ye. Di şoreşa Rojava de, roleke pêşeng û sereke lîst. Di hemû qadên leşkerî, civakî û rêxistînî de cih girt. Xwedî rêyeke şoreşgerî ya resen bû. Di dîroka têkoşînê de mohra wî diyar bû. Ji gel û hevalên xwe re dilsoz û wefedar bû. Rêber Abdullah Ocalan wiha fermandar Nûreddîn Sofî wesifandiye; heval û dostê hevalên xwe bû. Fermandarekî modern ê dilnizim bû. Bi cesaret bû û gotin dikir, kirin. Her tim hewl dida xwe pêş bixe. Di ramanê de rêber bû û mînak bû. Di têkoşîna çiyayan de di nava gerîlayan de xwedî tecrubeyeke demdirêj bû. Her tim hewl dida pêşengê yên dixwazin gelê xwe pêş bixin û bi rêxistin bikin.”
Şoreşgerê neteweya demokratîk bû
Foza anî ziman ku şehîd Sofî, şoreşgerê projeya neteweya demokratîk bû, ji tevahî gelan bi duristî hez dikir, hezkirina wî ji gelên herêmê re diyar bû, ti cudahî nedikir navbera kêmneteweyan de, ne tenê ji bo gelekî tê koşiya lê belê şoreşgerê mirovahiyê tev da bû lewma her kes, kurd û ereb rêz jê re digirtin, jê bawer dikir. Foza destnîşan kir ku şehîd Sofî di qada leşkerî û birêxistinkirina civakê de xebat meşand û got:’’Di gelek cihan de, têkoşiya. Fermandar bû û di heman demê de di bi rêxistinkirina gelê xwe de, pêşeng bû. Dema mijar parastina gel ji komkujiyan bû, bi cesaret û biryardar bû. Bê teredud, qehremantiya pêwîst nîşan da.”
Foza vegotina taybetmendiyên şehîd Sofî wiha domandin:’’Dostê durist ê jinan bû. Nêzîkatiyên dûrxistina wê red kirin. Di têkoşîna xwe de eleqedariyeke mezin nîşanî tevgera azadiya jinan da û rêz ji vîn û têkoşîna jinan re girt. Piştevanê rastîn ê xurtkirina jinan di têkoşînê de bû. Xwedî giyanê edalet, wekhevî û sosyalîzmê bû.”
Têkîliyên enternasyonalîst xurt bûn
Foza Yûsif anî ziman ku têkiliyên fermandar Nûreddîn Sofî asta civaka xwecih derbas kirine, têkiliyên wê bi hevalên enternasyonalîst ên ji derve dihatin, xurt bû û xwedî taybetmendiyeke sereke ya enternasyonl bû ku bi şervanên tirk û biyanî yên ji rojava tên re jiya, hewl da wan û hestên wan fêm bike û di vî warî de kedeke mezin da.
Foza wiha behsa taybetmendiyên din ên fermandar Sofî kir: “Zîrek bû, dikarî helwestan analîz bike û fêm bike. Di taktîkên şer û pêşxistina wê de, jêhatîbû. Pirsgirêk çareser dikirin. Di şoreşa neteweyî ya Kurdistanê, qadên Amed, Zagros, Rojava de tê koşiya. Di hemû qadan de pêşeng bû û ji tiştekî neditirsî.”
Berjewendiya gel li ser hertiştî bû
Foza diyar kir ku şehîd Nûreddîn Sofî, her tim doza gelê xwe di ser her tiştî re digirt û dûrî takekasiyê li gorî giyanî komî kar dikir û xwedî eqilmendiyeke civakî bû. Foza destnîşan kir ku şehadeta fermandar Nûreddîn Sofî, ji bo gelê Kurd û gelên netewa demokratîk windahiyeke mezin e ji ber ku yek ji zarokên xwe yên herî asil ji dest dan, li dû xwe mîraseke têkoşînê hişt ku dikarin wê pêş bixin, evîndarê jiyanê bû, tijî enerjî bû, qet ranediwestiya, lewma Foza got ew ê taybetmendiyên wî bikin uslûba jiyan û kesayeta xwe. Foza di dawiyê de got:“Dostaniya wî dê ji bo me pirek bimîne ji bo ku bi rêya wê em ê projeya netewa demokratîk bi ser bixin. Cesaret û qehremantiya wî dê têkoşîna me ronî bike. Em soz didin wî ku têkoşîna wî temam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin.”
ANHA