Li dij şerê taybet xwe bi rêxistin bike

Pêncşem 13 Mijdar 2025 - 03:15

Şervanên YBŞ’ê yên li Akademiya Derwêşê Evdî dewreyek perwerdeya xweparastina li dijî ‘Şerê Taybet’ dîtin gotin;"Gelek erîş li ser me hatin kirin û şerê taybet jî bi awayêkî dijwar tê bikaranîn. Xwe perwerde bikin, xwe zana bikin da ku em bikaribin xwe biparêzin.”

Şervanên Yêkineyên Berxwedana Şengal’ê (YBŞ) li Akademiya Derwişê Evdî li ser mijara ‘Şerê Taybet’ perwerde dîtin. 33 şervanên YBŞ’ê tevlî dewreya perwerdey bûn. Di perwerdeyê de li ser ‘Şerê Taybet û rastiya civaka Êzidî mijarên bingehîn perwerde dîtin.

Dema dawî di nava civaka Êzidî de rêjeya xwekuştinê pir zêde bûye. Li hemberê vê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) pêngava ‘Xwe nekuje! Her xwe kuştinêk fermanek e!’ dabû destpêkirin. Ser vê esasê şervanên YBŞ’ê, şagirtên Akademiya Derwîşa Evdî dewreya Şehîd Hêzda Şengal ya ku ji 33 şervanan pêk tê gotubejêk girîng kirin.

Nîqaşa perwerdeyê ji aliyê şervana Yêkineyên Jinên Şengal’ê (YJŞ) Helbest Asya ve hate destpêkirin. Helbest Asya ev nirxandin kir: “Di nava civaka me de demên dawiyê ciwanên me xwe dikujin. Divê bi fikr û felsefeya Rêber Apo pêşiya vê yekê bê girtin. Pewîstî pê heye ku mirov li ser şerê taybet nîqaş bike. Lewra şerê taybet li ser civaka me gelek tê bikaranîn."

Şervanê YBŞ’ê Azad Girzerîk diyar kir ku divê ciwanên Êzidî rast bifikirin û got: “Pewîst e bi hişmendiyek azad bifikirin. Malbatên me pewîst e berê zarokên xwe bidin nava refên me. Ji bo ku dubare ferman li ser serê gelê me neyê em neçar in têbikoşin. Eger demên berê rêxistinêk me heba ewqas ferman nedihat li serê me.”

Xelîl Şengalî jî ev tişt got: “Gelek erîş li ser me hatin kirin û şerê taybet jî bi awayêkî dijwar tê bikaranîn. Bangawaziya min ji bo civaka me xwe nekujin. Berê xwe bidin nava rêxistinê. Xwe perwerde bikin, xwe zana bikin da ku em bikaribin xwe biparêzin.” Di dawiya nirxandina de dirûşma ‘Bijî Seroka Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin berzkirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.