Niha ew parazvana axa xwe ye
Duşem 4 Tebax 2025 - 03:50
11 sal berê bû, zarokên Êzidxanê bi tirs û xofa tarîtiyê ji xewn û xeyalên xwe yên şîrîn şiyar bûn, bêyî ku fam bikin çi bûye di tarîtiya şevê de xwe li ser rêya ber bi çûyîna çiyayan de dîtin. Xwe di nav tîbûn û birçîbûneke dijwar de dîtin. Niha zarokên wê demê, bûne şopdarên qehremanên xwe yên fermanê. Yek ji wan zarokan ku bûye şopdara qehremanên xwe yên fermanê û bûye tirsa dilê DAIŞ’ê, şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Ezda Avaşîn e. Ezda di dema fermanê de 9 salî bû. Ezda şeva hatina DAIŞ’ê, bihîstina dengê fîşekan û tirsa xwe ya yekemîn a nediyar wiha tîne ziman:“Saet 2’ê şeva 3’ê Tebaxê bû. Ez û xwişkên xwe nivîstibûn û em bi dengê fîşekan bi xwe hesiyan. Ez pir tirsiyam, ji ber cara yekem min dengê fîşekan wisa dibihîst. Ji ber dengê guleyan em heta sibê raneketin. Siharê dema roj derket saet derdora 5-6 bû, hemû kesên ji Tilezir û Sikiniyê ber bi me direviyan. Min tam nedizanî ka milet ji bo çi direve. Dayik û bavê min mirovên me yên ji ber çeteyan reviyan bûn anîn mala me. Piştî nîvro erebeyê DAIŞ’ê li ber mala me derbas bû û ji me re gotin netirsin em hatine we xilas bikin û çûn. Dema min destpêkê çeteyên DAIŞ’ê dît ez pir tirsiyam. Kirasê reş li ser wan bû, rihê wan dirêj bû, ji vê dîmenê ez pir tirsiyam.”
Biryara tevlîbûna nav refên eskerî
Ezda û malbata xwe û bi hezaran êzidî piştî bi rojan mayîna li çiyan bi hatina gerîlayên HPG,YJA-STAR, şervanên YPG û YPJ’ê ji destê hovîtiyê rizgar dibin û bi vekirina korîdora mirovî derbasî Rojava dibin. Ezda Avaşîn bal kişand ser mayîna li Rojava, ji nêz ve naskirina tevgera azadiyê, bandora şehadeta kurmeta wê ya li ser wê û got:“Em 4 salan li Rojava man û piştî 4 salan em derbasî Şengalê bûn. Piştî hatina li Şengalê me hevalan û rêxistinê hîn baştir nas kir. Bandora şehadeta kurmeta min û hevalan hişt ku wek keçeke êzidî ez tola xwe ji dijmin bigirim. Ev yek hişt ku ez biryara xwe bidim ji bo pêşengtî û tolgirtina jinên êzidî. Bi saya fikrên Rêbertî û şagirtên Rêbertî wek YBŞ-YJŞ me dikarî xwe bigihînin vê astê û parêzvaniya civak xwe bikin. Ji bo avakirina Şengaleke azad a li ser fikrên Rêber Apo wek YBŞ-YJŞ çi ji me were xwestin em ê bikin. Em ê xwe ji her milî ve xurt bikin daku bikaribin pêşengtiyeke baş ji civaka xwe re bikin. Wekî min got dema DAIŞ hat ez bi xwe 9 salî bûm. Şervanên azadiyê ji bo parastina xewn û xeyalên zarokên êzidxanê, canê xwe feda kirin. Min tirsa ku dema ez biçûk bûm DAIŞ di min de da avakirin veguherand hêzeke pir mezin. Niha ew zaroka 9 salî xwedî hêzeke wisa ye ku DAIŞ jê ditirse. Wek YJŞ-YBŞ’ê ji bo parastina xeyalên zarokên Êzidxanê çi ji me bê xwestin em ê bikin. Erk û berpirsyariya me ya herî mezin pêkanîna xewn û xeyalên zarokan e.”
NÛJINHA/CÎLAN ROJ