Hêzên Şengalê bi fermî binasin

Çarşem 18 Sibat 2026 - 03:35

Piştî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê niha hemû awir zivirîne li ser Iraqê û bi taybet jî Şengalê. Li dijî gefên Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan ên li dijî civaka Êzidî û Şengalê, kesayet û serokeşîrên Şengalê 16’ê Sibatê li hev civiyan û paşê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê helwesta xwe ji raya giştî re eşkere kirin. Yek ji beşdarên civînê qeymeqamê berê yê Şengalê Fehed Hamid bû. Fehed Hamid têkildarî mijarê diyar kir hebûna wan bi çiyayê Şengalê ve girêdayî ye û got:‘‘Eger ev çiyayên me nebe, em nikarin xwe ji fermanan biparêzin. Ji bo parastina van çiyayên me jî divê hemû Êzidî bibin yek û li berxwe bidin. Gelê me li Şengalê çiqasî yekdeng û yek biryar bin, wê ewqas baş be. Me timî ji pêşiyên xwe bihîstiye, di dema fermanan de wan li berxwedane. Ji bo nekevin destê dijmin, xwe ji zinaran de avêtine. Me vêya 2014’an bi çavê xwe dît. Me dît ku Çiyayê Şengalê ji bo me wekî dayik û baveke û yek ji pîroziyên me yên herî mezine. Hebûn û nebûna me ev çiya ye. Eger çiyayê Şengalê hebe, Êzidî hene; ger çiya nebe, em nikarin hebûna xwe biparêzin. Li hemberî van planên ku îro li ser Şengalê tên meşandin, divê em hemû Êzidî, serokeşîr û hêzên li Şengalê bibin yek. Hemû hêzên ku di dema fermanê de ji bo parastina Şengalê berxwedan kirine, pêwîste îro jî ji bo parastina vî çiyayî bi hev re berxwedana xwe bidomînin.” Fehed Hamid banga fermîkirina hêzên parastinê (YBŞ-YJŞ) yên di dema fermanê de ji bo parastina Şengalê roleke mezin lîstine kir û got:“Em bang li Iraqê jî dikin, hêzên ku bi sedan şehîd dane, fermî bike.”

ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.