Daxwaza statuyê ya Êzidiyan rewa ye

Sêşem 5 Tebax 2025 - 03:50

  • Di çalakiyên bîranînê yên li gelek navendên Ewropayê de Qirkirina Êzidiyan careke din hate şermezarkirin. Di çalakiyên bi pêşengiya jinan de ev peyam hatin dayîn:“Qirkirina Êzidiyan wê bê hesab nemîne” û “Bila statuya xweseriya Şengalê were naskirin.”

Bi wesîleya salvegera komkujiya ku DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê pêk anî, li Elmanya, Fransa, Awusturya, Swîsre, Hollanda û Rûsyayê çalakî hatin lidarxistin.

ELMANYA

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li pêşiya Stadyuma ST. Paulî çalakiya bîranînê hate lidarxistin û qirkirina Êzidiyan hate şermezarkirin.

Meclîsa Jinên Kurd a Freiburgê û Meclîsa Civaka Kurd, bi heman mebestê mîtînga bîranîn û protestoyî lidarxistin.

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi hevpariya Rêxistina Sîwan ya Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidî (NAV-YEK), Meclîsa Jinên Dest-Dan û Nav-Berlînê, bernameyek bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Hannover, bi pêşengiya Komûna Jinên Ronahî û piştgiriya Meclîsa Civaka Demokratîk a Hannoverê mîtîngek hat lidarxistin.

Li bajarê Mannheim, Meclîsa Jinên Mannheimê û Meclîsa Gel di salvegera Komkujiya Şengalê ya bi bernameyekê ferman bibîr xistin.

Meclîsa Jinên Kurd a Freiburgê û Meclîsa Civaka Kurd, bi heman mebestê mîtînga bîranîn û protestoyî lidarxistin.

FRANSA

Li banliyoya Viliers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Parîsê meş û bîranîn hate lidarxistin.

AVUSTURYA

Li bajarê Lînz ê Awusturyayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bîranîn hate lidarxistin û êrîşên DAÎŞ’ê bi her aliyên xwe ve hate nirxandin.

SWÎSRE

Li bajarê Bern ê Swîsreyê ji aliyê Meclîsa Jinan a Zenda ve li Dêra Musterplaffformê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn bi helbest û pêxistina findan bi dawî bû.

Bîranîna li Solothurnê ji aliyê Komuna Jinan a Pinar ve li lokala CDK’ê hate lidarxistin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku DAÎŞ ne tenê çete ye, avaniyeke ku bi piştgiriya hêzên herêmî tevger dike ye.

Li Cenevreyê ji aliyê Komuna Jinan a Sema Yuce ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê îradeya gelê Êzidî were naskirin.

Bîranîna li Luzernê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê CDK’ê Ercan Guneş diyar kir ku tiştên ku li Şengalê qewîmin ne tenê li dijî Êzidiyan, êrîşa qirkirinê ya li ser hemû gelê Kurd e.

ÎNGÎLÎSTAN

Bi wesîleya salvegera 11’an a Qirkirina Şengalê li paytexta Îngilîstan Londonê ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan, Komuna Ciwanan a Şehîd Kînda Zîn û Meclîsa Gelê Kurd ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

HOLLANDA

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, bi beşdariya girseyî bernameyek hat lidarxistin. Bi zimanên Îngilîzî û Kurdî daxuyaniyên nivîskî hatin xwendin û komkujiya Şengalê ji raya giştî ya navneteweyî re hate ragihandin.

SARATOV

Li Herêma Yarşovê ya girêdayî bajarê Saratov ê Rûsyayê, li Mala Kurd bernameyek bîranînê hate lidarxistin. Berpirsê Rêveberiya Otonom a Yarşovê, Mîrza Alî Yusufbov jî beşdarî bîranînê bû. Yusufbov di axaftina xwe de êrîşên DAÎŞ’ê bi tundî şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.