Rêya rast fikrê Rêber Apo ye

În 14 Mijdar 2025 - 03:42

Di roja me de li ser rûyê cîhanê pir kêm qewm û bawerî hene ku xwe ji êrîşên dijwar parastine û li ser lingan mane. Yek ji wan qewm û baweriyan jî di lûtkeya çiyayên şengalê de weke dîrokekî zindî li pêşberî me disekine civaka Êzîdî ye ku rûxmê 74 fermanan jî,  ji cewher û çanda xwe ti tiştek wenda nekirine. Lewma encamên şerê taybet ku ciwanan aniye rewşa xwekuştinê nahêle ciwanên Êzîdxanê rastiya dîroka xwe bibîne û tekoşîna hebûnê bide meşandin. Li dijî bûyerên xwekuştinê TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Ezîdxanê) bi dirûşma ‘Her xwekuştinek, fermaneke’ kampanyek dabû destpêkirin. Şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê piştgirî dan kampanya TAJÊ û bang li ciwanan kirin da ku rast bifikirin û rêya rast hilbijêrin.

Şervana YJŞ’ê Dîcle Dijwar da diyarkirin ku dema ew xwekuştina ciwanan dibînin pê diêşin û li beramberî vê rewşê bi hêrs dibin û got:“Ger ciwan ji xwe re çareseriyekê bigerin bila werin saziyên me. Di nav civaka me de pergala kapîtalîzmê û bandorên wê pir zêde ye. Ji ber vê ciwan nikarin rast bifikirin û rêyekî rast bibînin. Ev tiştên pêş dikevin di çanda me de nînin, em cîh nedin û nehêlin ku çanda me bandor bike. Teknîka pêşdikeve li ser ciwanan rolekî  pir xirab dileyîze û nav de dimînin û xwe dikujin. Malbat jî sedem çiye nizanin û nikarin bersîva van rewşên bi êş bidin. Daxwaza me ji ciwanan werin fikrê Rêber Apo bixwînin û tevlî vî fikrî bibin. Ji bo xwe û civaka xwe nas bikin rêya herî rast ji bo ciwanan berê xwe bidin tekoşîna me û saziyên me.” Şervanê YBŞ’ê Argeş Feqîr jî li ser heman mijarê bang li ciwanên Êzidî kir ku dawî li bûyerên xwekuştinê bînin û got:“Êdî dilê dayîk û bavên xwe ne êşînin, xewn û xeyalên dijminan pêk neynin. Çima pir rehet diçin biryara xwekuştinê, di fermanê de ji bo ku keçekî an ciwanek neyê kuştin û bikaribin rizgar bikin, bi sedan kesan xwe feda kirin. Bangawaziya min ji hemû ciwanên Êzidî re ew e ku beşdarî hêza YBŞ û YJŞ’ê bibin. Em parastina xwe bikin, rêya xwe nas bikin û bizanin kî dijminê me ye û çi sedeme ev tên serê me.”

ROJNEWS/EZDA MÎTRA AVESTA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.