Diyariya dengê Rêber Apo
Duşem 4 Tebax 2025 - 03:45
Bi rast hatina salvegera 11. ya fermana li ser Şengalê şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê li pakrewangeha Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan de ji bo şehîdên xaka Ezîdxanê, dengê Rêber Apo ku pişti 27 salan herikî nav dilên azadîxwazan, dane guhdar kirin.
Bernameya şervanan bi nirxandinên şervana YJŞ’ê Bêrîvan Şengalî destpê kir û bi sûrûdên şervanan xilas bû.
Şervana YJŞ’ê Bêrîvan Şengalî wiha dest bi nirxandinê xwe kir: “Wekî ku hemu cîhan jî dizane Rêbertiya me ev bu 27 sale di Zindana Îmraliyê de di nav çar dîwaran de dîlgirtiye. Ev dibû 27 sal ku me deng û dimenên Rêbertî nedîtî bû û me nebîhîstî bû. Yên ku heri zêde deng û dimenê Rêbertî meraq dikirin û bêgûman herî zêde jî yên heq kirin dengê Rêbertî bibihisîn û Rêbertî bibînin rêhevalên şehîd bûn. Em hemû hatine vê derê, em daxwazên hevalê şehîd hêvî û hesretê hevalên şehîd pêk bînin. Di partiya me de şiara ‘Şehîd Namirin’ em her tim dibêjin, bêgûman şehîd di jiyana xwe de dayina jiyan kirin di hedef û armancê xwe de û têkoşîna xwe de dayina jiyan kirin di jiyana me de bingehekî esasî ye. Di bawerî û felsefeya me de mirin nîne, kiras guhertin heye. Em jî di wê baweriyê de ne ku niha hevalên şehîd me hîs dikin, bi me re ne û bi me re jiyan dikin. Wê bi dîmenê Serokatî şa bibin. Em şehîdan û Serokatî bi hevre dihêlin. Gotineki Şehîd Zilan heye ku dibêje; Yê ku herî zêde şehîdan fêhm dike û şehîdan pêk tîne Rêber Apo ye. Em jî weke şervan û şagirtên Rêber Apo û şopdarên hevalên şehid em bi fikrî bi bawerin û li ser vî fikrî dimeşin û em parastina xwe ya cewherî pêk tînin û pê serbilindin. Xeyalên hevalên me yên şehîd ew bû ku azadiya fiziki ya Rêber Apo bi çavên xwe bibibin. Hedefa me ji ewe ku em xeyalên şehîdan pêk bînin û em careke din soza wê didin.”
ROJNEWS/RÛDEM ZERO