Em nahêlin ferman bi ser me de bê
În 1 Tebax 2025 - 03:30
Jinên Êzidî yên ku beşdarî çalakiya bîranîna şehîdên fermana 3’yê Tebaxê li Sûka Kevin a Şengalê bûn wiha gotin:"Em ê dest ji bîr û baweriya xwe, dest ji Şengala xwe bernedin û heya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em nahêlin careke din ferman bi ser me de were.”
Jinên Êzidî, yên ku di dema fermana 3’yê Tebaxê de ji her kesî zêdetir rastî hemû hovîtiyên dijmirovahiyê hatin, niha pêşengiya civakek azad û demokratîk dikin. Di 11'emîn salvegera fermanê de, jinên Êzidî ji bo bîranîna şehîdên xwe li ser piyan in.
Jinên ku beşdarî çalakiya bîranînê li Sûka Kevin a Şengalê bûn, axivîn û destnîşan kirin ku dijmin dixwest civaka Êzidî li ser vê axê venegere, lê bi saya bedelên giran ew îro li ser axa xwe dijîn.
Endama Meclisa Jin a Digurê Rîham Xidir, şehîdên fermanê bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “DAIŞ bi xiyaneteke mezin hat û li ser civaka Êzidî komkujî pêk anî. Wan xwest ku me tune bikin. Ne tenê DAIŞ, gelek hevkariyên wan jî hebûn. Lê bi saya berxwedan û xwedîderketina şervanên azadiyê, me karî xwe ji qirkirinê biparêzin. Rast e 11 sal derbas bûn, lê em dibînin heya niha em di nava fermanê de ne. Me di nava fermanê de jiyan daye avakirin bêyî ku tu tiştek ji me re were kirin. Li derdora me gelek gorên komî hene û hê nehatine rakirin. Ev ferman e dema hestiyên zarokên me li van deran bin û kes wan raneke."
Endama Meclisa Jin a Zoravayê Nesrîn Dexîl jî destnîşan kir ku 11 sal derbas bûn, lê hîna gorên komî li ber çavên wan in.
Nesrîn Dexîl diyar kir ku tu kesek mîna wan bi xwe bi qasî giraniya fermanê wan nafikire û wiha domand: “Ev ferman ji dewletan re tiştekî normal tê, lê em wekî civak hê jî êşa fermanê dikişînin. Em jî êdî hêviyê ji tu cihekî nakin, tenê em ê bibêjin dijmin çi bike bila bike, em ê dest ji bîr û baweriya xwe, dest ji Şengala xwe bernedin û heya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em nahêlin careke din ferman bi ser me de were.”
ROJNEWS/ŞENGAL