Tevî fermanê axa xwe terk nekir

Şemî 2 Tebax 2025 - 03:30

11 sal di ser Fermana 74'an a li dijî êzidiyan re derbas bûn. Seîd Hesen ku di dema komkujiyê de 16 rojan tî û birçî li Çiyayê Şengalê ma, got "Tevî fermanê jî, me axa xwe terk nekir."

Yanzdeh sal di ser komkujiya DAIŞ'ê ya li ser êzidiyên li Şengalê ya girêdayî vîlayeta Musûlê ya Iraqê, derbas bûn. Di vê komkujiyê de ku wekî "Fermana 74'an" hat binavkirin, bi hezaran êzidîyan jiyana xwe ji dest dan. Her çend hin çavkanî destnîşan dikin ku nêzîkî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye jî, tê texmînkirin ku ev hejmar pir zêdetir e.

Endamên DAIŞ'ê di dema komkujiyê de bi hezaran jin û zarok dîl girtin. Gelek kesên dîl hatin girtin, hatin kuştin û cenazeyên wan di gorên komî de hatin dîtin. Hin jin li bazarên koleyan hatin firotin. Piştî yanzdeh salan, hîn jî aqûbeta gelek êzidiyan nayê zanîn.

Fermana 74'an paşê ji aliyê gelek welatan ve wekî jenosîdê hat naskirin. Êzidî hîn jî bi modela xwerêveberiyê xwe bi rê ve dibin.

Em 16 rojan li çiyê man

Seîd Hesen, yek ji şahidên komkujiyê ye. Seîd Hesen ku şahidê êrişên li gundê Girzerikê bû, wiha behsa wê demê kir: "Dema me bihîst ku DAIŞ ketiye Mûsilê, em tirsiyan. Me sê rojan li ber deriyê gund çavdêrî kir. Di şeva 3'yê Tebaxa 2014'an de, xeber hat ku DAIŞ ketiye gund. Piştre, dengê çekan bilind bû. Heta sibehê, kesek li gund nema; her kes reviya. Em jî reviyan. Cîranên me yên ereb li gund bûn. Ereban xizmên xwe birin û reviyan. Yên bê otomobîl bi peya li pey me hatin. Lê tişta ku herî zêde me êşand xiyaneta Pêşmergeyên girêdayî PDK'ê bû ku ji me re gotin, 'Em ê we biparêzin.' Ew berî ku DAIŞ êriş bike ji gund vekişiyan. Em ber bi Çiyayê Şengalê reviyan. Em 16 rojan li çiyê man."

Hesen diyar kir ku bi hezaran kes ji Çiyayê Şengalê di germahiya havînê de bi birçîbûn û tîbûnê re têdikoşiyan û got: "Em bi rojan li çiyê bê xwarin û av man. Tiştek tune bû ku em bixwin. Em ji şikeftekê ber bi şikeftekê digeriyan, me hewl dida giya bibînin. Çar zarokên min hebûn. Bi hezaran kes li çiyê bi me re bûn."

Hesen diyar kir ku tevî hemû êrişan jî ew vegeriyane ser axa xwe û got: "Tekane xwesteka min û hêviya min ew e ku hemû gelê me vegere Şengalê. Şengal wê bibe cihekî xweştir û pêşketîtir. Ev axa me ye. 74 ferman hatin serê me, lê em hîn jî li vir in. Me axa xwe terk nekiriye û em ê neterikînin jî."

MA / NAVENDA NÛÇEYAN / ZEYNEP DÛRGÛT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.