Komkujiya Şengalê 11 sal li pey xwe hişt

Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 03:00

  • 11 sal berê di 3'yê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê bi peymana di navbera Tirkiye Iraq û Hewlerê de êrîşî Şengalê kir û komkujî pêk anî. Di êrîşê de 2 hezar û 213 êzidî hatin kuştin. Ev komkujî wekî Fermana 74'an a li dijî êzidiyên Şengalê hat pênasekirin.

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê êrîşeke dijwar bir ser Şengalê. Hêzên li wir bi cih bûn yên mîna PDK'ê û artêşa Iraqê 24 saetan li ber xwe nedan û gel li dijî DAIŞ'ê bê parastin hişt. Di vê êrîşê de yên ku herî zêde êş kişand, civaka Şengalê yê Êzidî bû. Ji ber komkujiyek mezin, êrîş weke fermana 74'an tê binavkirin. Di fermana 74'an a li ser civaka Êzidî ku weke mezintirîn komkujiya di sedsala 21'emîn tê bilêvkirin, 2 hezar û 855 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zêdetirî bi hezaran kes hatin revandin û agahî ji hezaran kesan nayê girtin.

Komkujiya li dijî êzidiyên li Şengalê ya di 3'yê Tebaxa 2014'an de 11 sal li pey xwe hişt. Civaka êzidî heta niha di 74 komkujî û qirkirinan re derbas bû. Ya 3'yê Tebaxa 2014'an bi peymana di navbera hikûmetên Enqere, Hewler û Bexdayê pêk hat. Ji ber ku beriya fermanê Enqere, Bexda û Hewlerê li hev kiribûn û peyman îmze kiribûn, dema ku DAIŞ ket Şengalê, pêşmergeyên girêdayî PDK'ê ku parastigna Şengalê dikirin, bêyî ku Şengalê biparêzin, hêzên xwe ji Şengalê vekişandin. Bêyî ku li dijî DAIŞ'ê şer bikin, Şengal bê parastin hiştin.

Di dîrokê de li dijî êzidiyan gelek komkujî bi destê Osmaniyan pêk hatin.

Komên DAIŞ'ê bi hewldana dorpêçkirina parêzgeha Şengalê saet di 3'yê şeva 3'yê Tebaxa 2014'an de êrişî herêmên Şengalê kir. Êrişan ji gundên Girzerk, Koço, Sêba Şêx Xidir, Rambosî, Til Benad û Til Qesab dest pê kir.

Zêdetirî 400 hezar Kurdên êzidî di parêzgeha Şengalê de bûn. Li gel wê jî hin kêmneteweyên Şebek, Tirkmen û Ereb li başûrê Kurdistanê hene. Ew herêm jî di navbera hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê de bi nakok in. Dema DAIŞ'ê erîş kir, li Şengalê hêzên leşkerî hebûn. Zêdetirî 18 hezar şervanên ji hêzên Pêşmerge yên hikumeta PDK'ê hebûn. Lê pêşmermeyan di heman rojê de ji fermandariyên PDK'ê jê revîn. Bi wê re jî tenê civaka êzidî yê sivîl li hember DAIŞ'ê ma.

Ciwanên herêmê bi awayekî dilxwaz hewl dan li pêşiya çeteyên DAIŞ'ê bisekinin. Lê ji ber tunebûne cebilxaneyê, nikaribûn komkujî rawestandana. Di encamê de, gelek ciwan hatin kuştin. Durûtiya civaka navneteweyî û hêzên hikumeta herêma Kurdistanê der barê parastina Şengalê de hişt ku YPG, YPJ û HPG'ê yekser destwerdanê bikin û bersiva êrişa li ser herêmê bidin. Bi wê re jî korîdoreke ewle ji çiyayên Şengalê ber bi Rojava ve hat vekirin. Di encamê de jiyana zêdetirî 10 hezar kesan hat rizgarkirin û dûre ciwanên Şengalê li rex gerîla beşdarî rizgarkirina Şengalê bûn.

Şêniyên herêmê tev li şerê çekdarî bûn, kom bi kom xwe bi rêxistin kirin, bi wê re jî di 4'ê Tebaxa heman salê de YBŞ hat avakirin û li gel HPG, YPJ û YPG parastina xaka ji Şengalê mayî kir û parêzgeha ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Di encama gelek qurbaniyên ku hêzên beşdarî şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengalê bûne de, di 13'ê Cotmeha 2015'an piştî berxwedana 14 mehan tevahî Şengal hat rizgarkirin.

YBŞ'ê di 6 salên ewil de zêdetirî 3 hezar û 430 kesên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn revandin, rizgar kirin. Bi hevkarî û koordînaya bi YPJ/YPG'ê re li Rojava bi rêya çalakiyên leşkerî ku li Sûriyê li dijî DAIŞê dest pê kirine, ew li malbatên wan vegerandin.

Ji ber hewldanên êzidîyên Şengalê ku xwe bi rê ve bibin, di roja piştî rizgarkirinê de di 14'ê Mijdara 2015'an de Meclisa Damezirîner a êzidiyên Şengalê hate avakirin, paşê bû Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê.

AW/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.