Dîrok ders wergirtine ne dubarebûn

Pêncşem 31 Tîrmeh 2025 - 03:40

Çalakiya bîranîna şehîdên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku li Sûka Kevin a Şengalê dest pê kiribû, berdewam dike. Ev cih, di heman demê de, bûye navenda komcivîna civaka Êzidî ji bo ku bi yek dengî mafên xwe bixwazin.Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê ku li cihê çalakiyê amadebû xîtabî gel kir û banga yeketiya civaka Êzidî kir. Hevserokên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Cîhan Celo û Nayîf Şemo, jî beşdarî çalakiyê bûn. Li cihê çalakiyê, ku bi sedan kes tevî jin, ciwan û oldarên civakê amade bûn, Nayîf Şemo axaftinek ji gel re kir û li ser rastiya fermanê nirxandin kir. Nayîf Şemo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser salvegera 11’ê  a fermana li ser Êzidiyan û got:“Mixabin ji ber ku em nebûne yek, heta niha me mafên xwe bi dest nexistine. Êzidî di van wêneyan de xwe bibînin û dilê wan li ser doza wan bişewite. Lazime em tifaqa xwe çêkin. Tifaq jî ewe ku em hev qebûl bikin. Di wê serdema tarî de û heta roja îro jî, gelek kes û alî li hember vê êrîşa hovane bêdeng man. Ev bêdengî  nîşana kêmasiyek mezine di erka mirovî û exlaqî de ye, lê di heman demê de ew bêdengiyeke dîrokî ye ku nexweşiya qedera Êzidiyan dubare dike. Ev bêdengî tu carî lazime neyê qebûlkirin û divê bi tundî bê şermezarkirin. Pêwîste em di vê salvegera fermanê de dengê xwe bilind bikin, qêrîna xwe bigihînin hemû cîhanê û nehêlin ku ev hovîtî û jenosîd ji bîr bibe an jî bê paşguhkirin. Dîrok divê ders be, ne ku dubare bibe.”

Her şehîdek çîrokek û bangek e

Şemo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wêneyên şehîdan ku li Sûka Kevin a Şengalê hatine daliqandin û got:’’Her wêneyek çîrokeke, her wêneyek bangeke. Ew bîranîna zarokên me yên ku di destên hov de canê xwe ji dest dan, jinên me yên ku rastî her cûre eşkencaeyê hatin, û zilamên  me yên ku ji bo parastina ax û namûsa xwe şer kirin û şehîd bûn. Ew wêneyên wan kesane ku hatine şehîdkirin , lê giyanên wan hîn jî dijîn û bang li me dikin. Îro jî, ji her alî jin û ciwanên me yên Êzidî li hev kom bûne, çavên wan bi hêstir û dilên wan bi êş, van şehîdan bi bîr tînin. Ev civîn û bîranîn, ne tenê şîne ji bo windahiyên mezin, lê di heman demê de nîşaneke hêz û yekîtiyê ye ku nîşan dide”. Şemo herî dawî diyar kir ku ked û qurbaniya şehîdan bingeheke ji bo vegera gel a li Şengalê û got:“Em bawer dikin her kesê ku li ser axa me şehîd ketiye, çi Êzidî be çi ji miletekî din be, çi Kurd be çi Ereb be, çi Xirîstiyan be çi Misilman be, ew şehîdê Êzidîxanê ye. Ked û qurbaniya wan tu carî nayê jibîrkirin û ew bûne bingehek ji bo azad jiyankirina gelê me ye. Pêwîste civaka me xwedî li şehîdên xwe derkeve û wan di bîra xwe de zindî bihêle. Xwedîderketina li bîranîna fermanê, xwedîderketina li keda şehîdane. Ev ne tenê erkekî exlaqî ye ku divê em bicîh bînin, lê di heman demê de bingehekî ji bo avakirina paşerojeke ewle û arambûyî ye. Bila ev salveger bibe derfetek ji bo yekîtî û têkoşîna me ya ji bo maf xwestinê . Bila dengê me bigihîje hemû cîhanê û raya giştî dengê me bike ku Êzidî hîn jî bi êş û azarê re rû bi rû ne û hewcedarê piştgiriyê ne.”

ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.