ENKS wê li Şamê çi bike?
Çarşem 4 Sibat 2026 - 03:00

Di 26’ê Nîsana 2025’an de li bajarê Qamişlo, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê hatibû lidarxistin. ENKS jî di nav de hemû partî û kesayetên Kurdî tevlî konferansê bûn û biryar hatibû girtin ku şandeyek hevpar were avakirin. Piştî konferansê şandeya hevpar hatibû avakirin û hatibû diyarkirin ku ev şande wê li ser navê Rojava bi Şamê re danûstendinan bike. Şandeya hevpar heta niha çend caran li hev kom bûye û gotubêj kirine. Lê bi Şamê re hevdîtinek wan çênebûye. Di destpêka sala 2026’an de gefên li ser Rojava zêde bûn û 6’ê Çileyê jî êrişan destpê kirin. Di dema van êrişên ku heta 26’ê çileyê dom kirin de, ji gelek aliyan ve hevdîtin û danûstandin hatin kirin. Bi riya hêzên navnetewî, hevdîtinên Şam û QSD’ê çêbûn. Dîsa di navbera QSD’ê û partiyên Kurdî yên weke DEM Partî, PDK, YNK, ENKS de gelek hevdîtin çêbûn.
Li aliyê din çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li derveyî welat rabûn ser piyan û helwestek yekpare nîşan dan. Bang li hemû hêzên Kurdî hat kirin ku yekrêziyekê nîşan bidin. Di encama serhildanên gel û danustendinan de 26’ê Çileyê agirbest hat îlankirin. Balkêş e ku dema ev hewldan çêdibûn, roja 29’ê Çileyê Endamê Desteya Serokatiya ENKS’ê Silêman Oso diyar kir ku ofîsa Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Demkî ji wan daxwaza hevdîtinê kiriye. Roja 30’ê Çileyê jî peymana navbera QSD û Şamê de hat îmzekirin. Tişta balkêştir jî ew e ku 2’ê Sibatê, ango roja destpêkirina pêkanîna peymanê şandeyek ENKS’ê çû Şamê û bi Wezîrê Karên Derve Şeybanî re hevdîtin pêk anî. Di demeke ku peyman hatiye îmzekirin û li ser girîngiya yekrêzî û danustendinan tê rawestîn de, serdanek bi vî rengî di hişê mirovan de rê li ser xalepirsan vekiriye. Pirsa herî zêde tê kirin ev e: Gelo li şûna ku Şandeya Kurdî van hewldanan bike, çima ENKS bi tenê van gavan di avêje?
Hate xwestin derbarê mijarê de ji Endamê Desteya Serokatiya ENKS’ê Silêman Oso agahî bigirin. Silêman Oso diyar kir ku hîn hevdîtinên wan didomin û ew ê piştre daxuyaniyekê bidin.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN














