Dibe ku PDK û Iraqê lihev kiribe
Şemî 22 Sibat 2025 - 03:30
Li ser êriş û hewldanên artêşa Iraqê ya li ser cotkarên Kurd ên li herêmên nakok Fermandarê Xwebexş a Hêzên Pêşmergeyan a li Sînorê Mexmûrê Xazî Feysel ji Rojnewsê re axivî bal kişand ser derketina nakokiyên li herêmên sînorî û got:“Yek ji sedemê herî esasî ya derketina pirsgirêkan li van deveran, neçareserkirina pirsgirêka Madeya 140’e. Heta niha ev made nehatiye çareserkirin û hikûmeta herêmê jî li ser vê yekê xemsare. Dîsa yek ji sedemê din nakokiyên navbera Bexda û Hewlêre. Ev yek bûne sedem ku pirsgirêk mezin bibin.” Fermandarê Xwebexş Xazî Feysel rexne li PDK’ê girt û got:“Ev 8 salin li Çiyayê Qereçoxê li gel çeteyên DAIŞ’ê ti pirsgirêkên wan nîne. Dîsa ti pirsgirêk li kargehên wan û kompanyayên neftê yên li sînor nîne. Me daxwaz ji PDK’ê kiriye em bi hevre li sînorê Mexmûrê çareseriyê ji bo pirsgirêkan re peyda bikin. Lê PDK ji bo vê ne amade ye, ji bo çareseriyê jî rêgire. Ji ber berjewendiyên xwe çavên xwe li kiryarên Baasî û DAIŞ’iyan digirin.”
Kerkûk Kurdistan e
Fermandarê Xwebexş a Hêzên Pêşmergeyan a li Sînorê Mexmûrê Xazî Feysel baş kişand ser êrişên artêşa Iraqê ya li ser cotyaran ku rojên borî rû dayî û got:“Medyaya ser bi PDK’ê ti demê li wir nemaye. Dema artêşa Iraqê êriş bire ser cotyaran em dibînin medyaya PDK’ê berî her kesê li wire. Ji ber wê gumana me heye di navbera PDK’ê û artêşa Iraqê de lihevkirinek hebe.” Feysel anî ziman ku wan Qeymeqamtiya Mexmûr ji PDK’ê girtine û diyar kir ku heta niha amade nebûye ku desthilatê radestî wan bike û got:“Her roj hewl dide pirsgirêkan derbixîne. YNK hewl daye bi nîqaşê çareseriyê ji bo pirsgirêkan peyda bike. Mixabin PDK yek siyaseta wê heye, ew jî amade nabe çareseriyê pêk bîne.” Feysel qala herêmên bi nakok jî kir û got:“Biryara Dadgeha Federal ji bo hermû Kurd û cotyaran cihê kêfxweşiyê bû. Baweriya me heye di demeke kin de gelek pirsgirêkên heyî bên çareserkirin. Gelek aliyan li ser çareserkirinê dengê xwe yên erênî bikar anî lê PDK nav wan nîne. PDK naxwaze pirsgirêk bê çareserkirin û çareser jî nake. Dixwazin têkçûna xwe ya heyî pê veşêrin. Gendelî û ne edaletiya PDK’ê wisa kiriye ku nebe xwedî çareserî. Gelek kesên nav wan jî ji vê helwesta wan nerazî ye û rexne li wan digirin. Hemû yasa û destûrên hikûmraniyê bi hevkariya dewleta Tirkiye xistiye destê xwe, xwe xwediyê mutleq dizane. Mixabin PDK li şûna bi hev re jiyanê, leşkerên dagirker ên Tirk aniye nava xaka Kurdistanê, şerê me û gerîlayan dike. Hevkariyeke cidî dide Tirkiye ji bo şerê li dijî gerîla.” Herî dawî li ser gotina pêşmergeyeke PDK’ê ya ‘Kerkûk dilê PDK’ê ye’ got:“Kerkûk Kurdistane. Ne dilê PDK’ê ye. Ma qey nabe carek dil biêşe. Ew pisporên firotina axê ne û seneryoyan in.”
ROJNEWS/HEWLÊR