PDK pêşî li danasîna jenosîdê girt

Sêşem 28 Çile 2025 - 02:55

Parlementer Nayîf Xelef Seydo yê ji kotaya Êzidiyan çûye Parlementoya Iraqê û li ser daxwaza Êzidiyan xwest, ‘Jenosîda Êzidiyan’ bixe rojeva parlementoyê têkildarî sedemên paşvekişandina proje yasayê axivî. Nayîf Xelef Seydo di wê baweriyê de ye ku astengiya herî mezin a li pêşiya Êzîdiyan parçebûn û ne yek deng bûne û bal kişand ser van xalan:“Mixabin piştî deh sal li ser ‘qirkirina’ Êzidiyan re derbasbûye, hîn jî zêdeyî 80 gorên komî û hezaran malên wêranbûyî hene. Di heman demê de gelek komên cûda di nava Êzidiyan de çêbûne û her yek li gel hizbeke siyasî ye. Ez dibêjim eger Êzidî nebin yek, mîsoger wê yên hember jî rêz lê negire.”

Şengal tê îhmal kirin

Nayîf Xelef Seydo da zanîn Şengal ji aliyê Iraqê ve têne paş guhkirin û got:“Bi taybet parêzgeha Mûsilê tiştek ji bo Şengalê nake û weke ne parçeyeke wê be nêz dibe. Gendeliyeke mezin li parêzgeha Mûsilê heye. Êzidî kesek weke Ebdulqadir Dexîl (walîyê Mûsilê) çawa qebûl dikin. Li herêmên din binêrin çiqas girîngî pê tê dayîn! Siyaseteke taybet li ser Êzidiyan tê meşandin. Xizmetê jêre nakin û dixwazin timî di vê astê de bihêlin, ji bo venegerin Şengalê. Divê Êzidî xwe bikin yek û vegerin çiyayê Şengalê. Ji derveyî Şengalê ti ciheke din a Êzidiyan nîne.”

PDK’ê nehişt

Nayîf Xelef Seydo diyar kir, wî xwestiye proje yasaya jenosîda Êzidiyan bixe rojeva parlementoyê, ji bo Iraq jenosîdê nas bike, lê rastî astengiya PKD’ê hatiye û got:“Berê niha mehekî min ji bo jenosîda Êzidiyan were nasîn, bixim rojeva parlementoya Iraqê. Lê aliyekî siyasî yê wekî PDK’ê, rê lê girt. Mîsogere erêkirina sê proje yasayên hatin erêkirin, di encama tifaqeke siyasî de çêbû. Ev ne bi îradeya Encûmena Nûneran bû.  Bi taybet em li diijî proje yasa Efûya Giştî bûn. Her wiha proje yasaya derbarê vegerandina mal û milkê Kerkûkiyan de hebû. Di vê qanûnê de jî rêz li Êzidiyan ne hate girtin. Gelek mal û milkên Êzidiyan jî hatine desteserkirin, lê ev qanûn tenê ji bo Kerkûkiyan hate erêkirin. Li cihê ku jenosîdê nas bikin, efûya giştî ragihand ku derî li serbestberdana terorîstan (DAIŞ) vedike. Divê em Êzidî li beramber vêya vegerin ser cih û warê xwe, xwe bi kin yek dest û yek helwest, ji bo yên beramber me bizanin Êzidî yekgirtî ne.”

ROJNEWS/NESÎM ZENDÎNÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.