Terora dewleta Tirk li Başûr

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:47

Dewleta dagirker a Tirk li bakur û Rojavatê Kurdistanê bûye dagirkerek hov û qirêj. Her roj  oprerasyonan li dijî gelê Kurd pêk tine. Li başûrê welat jî bi heman şêwazî li dijî gelê Kurdistan û Tevgeraa Azadî ya Kurdistanê şerê xwe ya qirêj dimeşîne. Hem li aliyê eskerî, dewleta Tirk bi dehan qereqol û sebazgeh li başûr çêkiriye; hem li aliyê istixbaratî û casusî ve çalak e û şerê xwe ya qirêj pêş ve biriye. 

Lê ji wan hovîtî û qirêjî ya dujmin biêştir ew e ku di nav xelkê başûrê welat de niha hin kes û sazî hene ku casusî û sîxurî ji bo dujmin dikin. Jixwe alîkariya PDKê û malbata Barzanî ji bo dewleta dagirker a Tirk zelal e. Êdî PDK ji xwe jî bi eşkereyî vê alîkariyê tinê ziman û venaşêre. Yanî çahştiya PDKê û malbata Barzanî ji bo dijmin edî ji bo herkesî bellî û eşkere ye. Ji wê zêdetr jî, teroristên Tirk her roj an bi dronên xwekuj; an jî bi silah û tifeng Kurdekî welatparêz li başûr dikujin. Çend roj berê, endamekî HDPê li Silêmanî rolinîvro li navenda bajêr hate şehîdkirin. Kiryarên terorî bi sedan caran dubare bûye.

Berî çend salan xelkên welatparêz ên başûr digotin herî kêm YNK teslîmî dewleta dagirker a Tirk nebe. Herî kêm Silêmanî nekev bi destê terora Tirk. Lê êdî ew jî bûye pariyek ji vî sûc û tawana qirêj a dewleta Tirk. Yanî êdî li başûrê welêt jî cihek nemaye ku xelkên welatparêz û berxwedêr bikaribin bi sanayî û tenahî bijîn.

Pirsa min ev e: Gelo Tevgera Azadiya Kurdistanê heya kengî dikare li hemberî çeteyî û caşttiya PDKê û zeyîfî û tirsonekiya YNKê bêdeng bimîne? Gelo kengî wê hesab ji sîxûrên dewleta Tirk were pirsîn?

Ez piştrast im eger ev hovîtî û terorên ku dewleta Tirk li başûr dike, piranî bi sedema alîkariya wan hêzên teslîmbûyî û tirsonek in ku naxwazin ji bo xatirê gel dest ji berjewendiya xwe ya qirêj a malbatî berdin. Jixwe zêdetir jî hin kes û sazî û dezgeh bi nave ragihandinê bi kûrahî ketine bin bandore dewleta Tirk û xizmeta bi dijmin hêsantir dikin û xwe ji terora Tirk paş de nakişînin.

Rexmî sedan arîşe û girîftên civakî û siyasî û malbatî li başûrê welêt wan kes û saziyên xwefiroş jî raste weke PDK û YNKê ji bo xizmeta dijmin tevdigerin. Dîsa jî ez pirsên xwe dubare bikim: Gelo heta kengî hesab ji van xwefiroşan were pirsîn? Heke hesab neyê pirsîn ev rewş ne ku wê tenê berdewam be lê her wiha wê xirabtir jî bibe. Ji bo xatirê gel û xwîna şehîdan lazim e hesab were pirsîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.