Pirsgirêka siyasetê li Başurê Kurdistanê

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 7 Gulan 2024 - 00:25

Ev 32 sal in ku li başur, parlemantoya Kurdistanê hatiye damezrandin, tevî çend zehmetiyan jî, tevî birakujî û ixaneta partiyên siyasî ji; hilbijartinên vê herêmê berdewam bûye û meclîsa niştimanî ya Kurdistanê ya li Hewlêrê di rê de bûye. Ji destpêjkêve, rêbaza hilbijartinê û xebitandina makîneya qanûndanînê bi pirsgirêk bû. Dev ji  wê jî berdin ku di pratîkê de her du partiyên sereke (YNK û PDK) hemû sazî û pêvajoyê manîpule dikin. Lê tevî hemû kêmasî û zehmetiyan jî, parlementoya Başûrê Kurdistanê sembola pêvajoya demokrasiyê ya li herêmê bû û hêdî hêdî geş dibû.

Niha dema ku hikûmeta navendî ya Iraqê li gorî ya li Kurdistanê bihêztir û bi sazîtir dibe, ew hewl didin ku pêvajoyê li gorî destûra bingehîn a ku bi piraniya îradeya siyasî ya Ereb û Kurdan piştî rûxandina rejîma Seddam hatibû nivîsandin sererast bikin. .

Dîsa jî, ev pêvajo ne di berjewendiya herdu aliyên sereke de ye ku di sê deh salên dawî de di gendelî û tawanan de ne. Helbet divê em fêm bikin ku îradeya siyasî ya di hikûmeta navendî ya Iraqê de ne baştir û paqijtir e ji ya li Hewlêrê. Lê bi kêmanî di hikûmeta navendî ya Iraqê de, çavkanî û rewabûna siyasetê hîn jî ji ya Hewlêrê baştir kar dike.

Di van kêliyan de hem Parlamentoya Kurdistanê, hem jî serokatiya Herêma Kurdistanê û hem jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dawî bûye.Parlamento bê kar hatiye girtin. Herduyên din ji, tenê ji bo dagirtina valahiya qanûnî ya saziyan dixebitin. Lê belê, herdu saziyên Hikumetê û serokatiya herêmê tenê di bin destê PDK'ê de kar dikin û dixebitin. Em dizanin ku PDK tu cara bawer nake ku dest ji desthilatdariyê berde û hilbijartinek din a nû bipejirîne û kabîneya nû û serokatiya nû ava bike.

Niha em dibînin ku dadgeha bilind a Iraqê hewl daye ku hikûmeta navendî careke din dest deyne ser çavkaniyên xwezayî û ji destê PDK û YNK‘ê derxîne. Her wiha ji bo kontrolkirina dabeşkirina mûçeyên giştî ji destê Hewlêrê derkeve. Van her du gavan PDK û YNK vedigerînin ser qebareya xwe ya rastîn û hêza ku bi van herdu çavkaniyan distînin winda dikin. 

Dizîna bi milyar dolaran ji çavkaniyên neft û gazê bêyî ku gel û hikûmeta navendî bi awayekî rast bizane ka proses çawa dimeşe, sedema sereke ya desthilatdariya PDK û YNKê bû. Tirsandina xelkê bi birrîna mûçe û nanê wan sedem bû ku piraniya xelkê kişandibû bin destê xwe.

Niha jî pirs ewe;  Gelo PDK ew ê wê rastiyê qebûl bike û bihêle hilbijartin piştî biryara dadgeha bilind a guhertina hemû pêvajoyê pêk were? Ger hilbijartin li gor destûra bingehîn pêk were, bêguman PDK û YNK her du jî dê desthilatdariyê winda bikin. Lê belê ev 32 sal in em dibînin ku PDK ji bo mayîna xwe her tiştekî neqanûnî û li dijî berjewendiyên netewî dike. PDK’ê di sala 1996an de rejîma Sedam vegerand Hewlêrê. PDK’ê ji sala 1997an heta niha artêşa Tirk li dijî tevgera azadiya Kurdistanê vedixwîne. Kî dikare garantî bide ku vê carê ji PDK'ê ji bo parastin a desthilata xwe xiyaneteke din a neteweyî nake? Qasî ku ez  malbata Barzanî nas dikim; dibêjim erê, ew her tim û her zeman ji bo îxanetê amadene. Dîsa dibêjim bila em li bendê bin û bibînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.