Ji bo Qeledizê tenê salonek!
Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 00:52

Tevî gelek şanoger û komên şanoyê li navçeya Qeladizê hene, lê heta niha navend yan jî salonek ku şanoger bikarin têde berhemên xwe pêşkêş bikin, nîne. Şanogerên navçeyê dan diyarkirin ku nêzî 20 salin ew daxwazê ji hikûmetê dikin ku salonek ya pêşkêşkirina şanoyê avakin, lê heta niha hikûmetê ev daxwaza wan bi cih neaniye.
Tevî ku şano yek ji kevintirîn û bibandortirîn formên hunerê ye ku mirovan bi xwe afirandiye, lê heta niha ji ber xemsariya hikûmetê, bi behaneya qeyrana darayî û gelek sedemên din ev huner li Herêma Kurdistanê bi temamî paş de maye.
Tevî gelek hunermend û komên şanoyê yên baş li navçeya Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê hene, lê ji ber nebûna salonek şanoyê û alîkarînekirina hikûmeta demborî ya Herêmê a bi hunermendan re, hunera şano li vê navçeyê paşde maye. Şanogerên navçeyê jî di derbarê mijarê de axivîn.
Şanoger Xidir Mihemed da diyarkirin ku tevî li navçeyê şanogerên ku asteke wan a gelek baş ya akademîk hene, lê heta niha salonek guncaw ji bo pêşkêşkirina şanoyan nîne. Xidir got: “Bi salaye em daxwaza avakirina salonek guncaw ji bo bînerên şanoyê dikin, lê heta niha ev daxwaz bi cih nehatiye.” Di dewamê de Xidir Mihemed got ku heta niha jî li navçeyê navend yan jî cihek nîne ku şanogeran li hev kombike û wiha dom kir: “Ji ber nebûna cih, şanoger nikarin li hev kom bibin, fikrên xwe bi hevre parve bikin û provayên xwe têde bikin. Gelek caran derfet ji bo me çêdibin ku em tevlî festîvalên dervey Kurdistanê bibin, komên me yên gelek zîrek jî hene, lê ji ber nebûna sponser û navendek ku alîkariyê bike, em ji vê yekê jî bêpar dimînin.”
Ev 20 sal in daxwaza salonê dikin
Her wiha Xidir Mihemed da diyarkirin ku di salên borî de şanogerên navçeyê gelek şano pêşkêş kirine û got: “Me bi xwe daxwaz ji xelkê navçeyê kiriye ku sponseriya karê me bikin. Heta niha hikûmetê karek şanoyî û kurte filmekî me negirtiye ser xwe û sponserî jêre nekirye. Tişta heyî bi xwebexşî çêbûye û xelkê bi xwe sponserî jêre kiriye.” Şanoger Xidir Mihemed diyarkir ku sedemê lewaziya şanoyê ya li navçeyê ji ber nebûna rêveberiyek rewşenbîrî û navendeke taybet a şanoyê ye û got: “Daxwaza me tenê avakirina salonek ji bo pêşkêşkirina şanoyê ye ku ev nêzî 20 salin ev daxwaz tê kirin. Hêvîdarim ev peyama me bigihe cihên peywendîdar ku bizanin pêwîstiya Qeladizê û şanogeran bi salonek heye daku bikarin li wê derê peyama xwe bigihînin.”
Wezareta Çandî erka xwe bi cih naîne
Şanoger Bekir Mehmud jî li ser heman mijarê got: “Ji bilî pirtûkxaneya giştî û navendek zarokan, ti sazî û navendek din a rewşenbîrî û hunerî li Qeladizê nîne ku giringiyê bi vê yekê bide yan jî alîkariyê ji bo derxistina berhemên hunerî bike. Her tiştek hebe divê em şanoger li ser erkê xwe û li gor derfetên xwe bi hevkariya kesên dilsoz şanoyên xwe pêşkêş bikîn.” Bekir Mehmud jî diyarkir ku li Qeladizê navendek yan jî salonek nîne ku şanoger rojane lê bicivin û fikrên xwe têde vebêjin. Bekir got: “Erkê Wezareta Rewşenbîrî û Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê ye ku alîkariya komên şanoyê û hunermendên Kurdistanê bikin, lê heta niha nekirine.”
ROJNEWS/QELEDIZ















