Rewşa jinan di hilbijartinan de

Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 03:00

Roja 11’ê Mijdarê wê hilbijartina dema 6’an ya Parlementoya Iraqê bê lidarxistin. Di hilbijartinê de 31 hevpeyman, 39 partiyên siyasî, 23 namzetên serbixwe û 51 pêkhateyên cuda cuda dikevin pêşbirkê. Li gorî madeya 16 ya yasaya Parlementoya Iraqê ya sala 2019’an pêwîste tevlîbûna jinan ya li Parlementoya Iraqê ji sedî 25’an kêmtir nebe. Divê ji 329 kursiyan 74 kursî yê jinan be. Hejmara namzetên jinan ya li Herêma Kurdistanê 144 kesin. Herêma Germiyan li gorî bazneya hilbijartinê ya parêzgeha Silêmanî tê hesibandin. Namzetên Germiyanê jî wê pêşbirkê ji bo kursiyên li Silêmaniyê bike. Ji giştî kursiyên ji bo Parlementoya Iraqê ya li sînorê îdareya Germiyanê ji 10 kesî pêk tê,3 jinin. Li gorî vê di nava PDK’ê de 1 û di nava YNK’ê de jî 2 jin hene. Germiyan yek ji navçeyên Herêma Kurdistanê ye hê jî astengiyên civakî yên li pêşiya jinan hene ku tevlî karê siyasî û di nava partiyan de asta herî kêm jin tevlî kar dibine. Têkildarî rola jinan û rewşa jinan ya di hilbijartinê de çalakvana mafê jinan û mamoste Roşna Mihemed axivî. Roşna Mihemed ewilê bal kişand ser wê yekê ku pir kêm derfet tê dayîna ji bo jinan di nava karê siyasî de û got:“Tevlîbûna jinan ya li Germiyan ya ji bo karê siyasî pir kême. Sedemê wê jî rewşa civakî, nebûna derfetên aborî, nebûna piştgiriya partiyên siyasî û çanda civakî ye. Tevlîbûna jinan ya karê siyasî weke şerm tê dîtin. Ji bo wan karê siyasî karê mêran e. Asta hişyariyê pir kêm e.” Mamoste Rojne Mihemed rexne li partiyên siyasî girt û destnîşan kir ku partiyên siyasî zêdetirî jinan piştgirî dide mêran û got:“Ev yek jî bandorê li jinan dike ku nikare li gorî pêwîst tevlî karê siyasî bibin. Ew jinên ku tevlî karê siyasî jî dibin tenê di çarçoveya kotayê de dibin.” Roşna Mihemed têkildarî bername û nêrîna partiyên siyasî ya li ser jinan jî ev nirxandin kir:“Ti partiyek di asta herî esasî de jinê nake mijareke esasî ya bername û pilanên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan. Di nava partiyê de karê herî kêm dide jinan.” Herî dawî Roşna Mihemed anî ziman ku divê jin zextê li partiyên siyasî bikin ku bernameyên xwe li ser pirsa jinan biguherin û got:“Divê zextê bike ku li Parlementoyê bi kirina yasayî dawî li asta kota ya jinan bîne. Jin bi awayeke rasteqîn tevlî hilbijartinê bibin.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.