Li parlamentoyê ji bo mafên jinan têbikoşin

Duşem 3 Mijdar 2025 - 03:10

Jinên li Silêmaniyê bang li namzetên jin dikin ku dema dikevin Parlamentoya Iraqê sozên xwe bicîh bînin. Her wiha bang li jinan kirin ku dengê xwe bidin namzetên jin da ku li parlamentoyê li hemberî qanûnên li dijî jinan rawestin.

Gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di 11’yê Mijdara îsal de werin kirin. 2 hezar û 248 namzetên jin li kêleka mêran ji bo 329 kursiyên parlamentoyê pêşbaziyê dikin. Jinên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku namzetên jin ên ku dê biçin parlamentoyê li ser pirsgirêkên jinan bixebitin û li dijî hişmendiya mêrsalar û serdest têbikoşin.

Endama Berê ya Encûmena Navendî ya YNK’ê Gulale Ezîz, ku bi navê Gulale Mame Eze jî tê nasîn got: “Ew dixwazin ev hilbijartin bibe mînakek û ji hilbijartinên din cuda be û jin xwedî pozîsyona xwe bin. Ji bo pêşveçûna bêhtir a jinan bixebitin. Jinên ku diçin Parlamentoya Iraqê divê bibin nûner û dengê gel. Divê sozên ku didin jinan û welatiyên xwe bicîh bînin, bi hişmendiyeke jinan bixebitin û hebûna xwe îspat bikin.”

Derbarê hebûna sîstema kotaya jinan de, Gulale Ezîz got; “Girîng e ku sîstema kota ji bo jinan were rakirin û derfet ji wan re were dayîn ku li kêleka mêran bimeşin. Ji ber ku jin ji zayenda dijber ne cuda ne û berê jî jinan ji bo gel û welat têkoşîn kirine. Mîna jinên gerîla, pêşmerge, şervanên li Rojava, jinan her gav hewl dane ku aştiyê bi dest bixin û aştîxwaz bûne.”

Gulale Mame Eze diyar kir ku her ku hejmara jinan di navendên biryardanê de zêde bibe, ewqas mafên jinan jî dê werin bidestxistin û got; “Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku jin derkevin pêş û li kêleka mêran têbikoşin. Li ser erkên ku em ji we re, bi taybetî jinan, dispêrin parastina têkoşîna gelê Kurd, israr bikin.”

Mamostaya Zanîngeha Cîhan Besoz Tofîq li ser danîna sîstema kota ji bo jinan wiha axivî; “Di gera pêncemîn a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, jin bi dengê xwe, ne bi dengê kota, karîn bikevin parlamentoyê. Ji ber vê yekê, jin hewceyî sîstema kota nînin û dê bi şiyanên xwe biserkevin.”

Her wiha Alîkara Rêveberiya Peymangeha Hunerên Bedew Şeng Ebas jî derbarê mijarê de û girîngiya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ji bo Kurdan û jinan ev tişt got; “Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê girîng in û divê her kes dengê xwe bide. Bi taybetî jin divê dengê xwe bidin û hebûna xwe îspat bikin û piştgiriyê bidin namzetên jin da ku ew jî bikaribin biserkevin û ji bo mafên jinan bixebitin. Her wiha bawerî bi wan were kirin û ji bo danasîna jinên Kurd bixebitin.”

SILÊMANÎ-ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.