Boykot ne çareserî ye
Şemî 25 Cotmeh 2025 - 03:05

Amadekariyên ji bo hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Iraqê ku biryare di 11’ê Mijdara îsal de were kirin, dibin pêşengtiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de berdewamin. Propaganda û kampanyaya hilbijartinê du hefte ne destpê kiriye. Ji bo bidestxistina piraniya kursiyên parlamentoyê hemû partî û namzet ketine pêşbaziyek dijwar. Xelkê Helebceyê têkildarî mijarê axivîn. Tehsîn Mecîd di destpêka axaftina xwe de qala giringiya vê hilbijartinê kir û got:“Hilbijartin pêvajoyek demokratîke ku li hemû civakan de tê pêkanîn. Boykot ne çareserî ye. Dengdan pêvajoyeke ku her kes diçe mafên xwe dixwaze ye. Hilbijartin pir girîngin. Her ku namzetên me zêdetir bibin, ewê baştir piştgiriyê bidin me da ku daxwazên me bicîh bînin.” Sebîha Heme Reza diyar kir ku hilbijartin pêvajoyeke demokratîke û wiha axivî:“Divê kes li malê ne rûne û bi hev re biçe dengdanê. Ji ber ku ev pêvajo ne ji bo Herêma Kurdistanê ye, ji bo Kurd û Erebane. Lewma giringe ku tevahiya Kurdistanê bi hev re biçe û deng bide serkeftina Kurdan a li Iraqê. Her ku li Bexdayê bêhtir nûnerên me hebin wê baştir bikarin mafên xwe bi dest bixin. Li şûna boykotê, mirov dikare heyîna xwe ya li wir îspat bikin da ku kêmasiyên li Bexdayê çareser bikin.”
Newzad Mihemed têkildarî heman mijarê nêrînên xwe wiha anî ziman:“Hilbijartinên parlementoya Iraqê, her çend kêmasî hebin jî girîngin. Çarenûsa me Kurdan li Bexdayê ye. Ez bang li gelê Kurd dikim ku bi azadî deng bidin û biçin ser sindoqan. Boykot dê sûdê nede gelê me. Divê em parlamenterên xwedî ezmûn bişînin parlamentoyê da ku mafên xwe bixwazin. Hilbijartin pêvajoyeke demokratîke û mirov azade ku dengê xwe bide kê û kîjan partiyê.”
ROJNEWS/HELEBCE















