Jîngehê talan dikin hikûmet bêdeng e

În 24 Cotmeh 2025 - 03:05

Artêşa Tirkiye û Îranê bê navber êrişî li ser xaka Kurdistanê dikin û dest bi tinekirina daristan û xwezaya Kurdistanê kirine.

Têkildarî talan û texrîbkirina xwezaya Kurdistanê û bêhelwestiya aliyên desthilatê mamostayên zanîgehê ji Rojnewsê re axivîn. Jîngehparêz Aso Kerîm Zend destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin talana dagirkerên Kurdistanê ne û got: “Dagirker dixwazin mîna qirkirina jîngehê me jî tine bikin. Nimûneya berbiçav, birîna darên zeytûnên Efrîn, qirkirina xwezaya Qendîl û temamê çiyayên Kurdistanê ye. Ji derveyî xwezayê jî gelek cûreyên zindiyan jî tên qirkirin. Ji ber nebûna desthilateke baş, lewaziya asta welatparêziyê û nefamkirina desthilatê ya ji bo jîngehê dewletên dagirker bê navber jîngeha Kurdistanê talan û wêran dike. Ev desthilat berhema sîstema sermayedariyê ya dijî jîngehê ye. Divê gel parêzvanên jîngeha xwe bin.” Mamostaya Zanîngeha Germiyan Doxtor Dilpak Mihemed bal kişand ser qirêjkirina jîngehê û got:“Li gorî rapor û lêkolînên zanistî derket holê ku xeteriyek mezin li ser jîngeha me heye. Li Herêma Kurdistanê çavkaniyên avê qirêj bûne û çavkaniya wê jî em bi xwe ne. Tirkiye, Îran û Sûriye bê navber destdirêjî li xaka Kurdistanê dike. Ji talankirin û birîna daran bigire, xwezaya Kurdistanê tê talankirin û dibin herêmên xwe. Ji ber bomberdûmanên salên dawî gelek daristanên Kurdistanê şewitîn û bûn xwelî. Di serî de erkê hikûmet û hemû welatiyane li hemberî vê rabe pêşiya vê talan û qetilkirina jîngehê bigire.”

Dilpak Mihemed rexne li hikûmetê girt û destnîşan kir ku hikûmet li hemberî vê texrîbata neyaran xwe bêdeng kiriye û çavê xwe lê girtiye û got:“Ji ber vê bê navber destdirêjiya Tirkiye û Îran li ser jîngeha Kurdistanê dewame.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.