Xwendekarên Masterê ên Zanîngeha Rojava mezûn bûn

Seevan SAEED nivîsand —

Çarşem 5 Hezîran 2024 - 00:30

Sala 2014’an, min teza xwe ya doktorayê qedand û yekser li zanîngehê bûm mamoste. Piştî wê rojê heya niha, min herî kêm li sê zanîngehên cuda li Rojava, li Îngilîstan û Çînê beşdarî hînkirin, lêkolîn, hîndekarî, serperiştî bûm û min şêwirmendî ji xwendekaran re kir. Qedandina teza doktora an masterê di bin çavdêriya min de bi min  tiştek balkêş û xweş e, wekî destkeftekî ye. Ez bawer im ji bo her mamoste û profesorî heman tişt e. Lêbelê, xebata li ser tez û têkoşîna xwendekaran li Zaningeha Rojava ji roja yekem heya dawî, ji despêkê heya qedandinê, îhsas û hesteke serbilindî û rûmetek taybetî dide min.

Ez hewl didim bifikirim ku rewşa Zanîngeha Rojava weke 1000 sal berê ya Zanîngeha Oxfordê ye. Dema ku min li Zanîngeha Oxfordê dest bi rêya xwe ya dirêj kir, ku bibe ev Oxford a ku îro em dibînin, wan ji sê mamosteyan (qeşe) û tenê ji du odeyan dest pê kiribû. Di rojên destpêkê Zanîngeha Rojava de jî, ev yek tê bîra min. Di bin êrîşan de, li qada şer de, di bin ambargo de, di bin astengiya civakî û çandî de. Li cihê ku qet zanîngeh lê tunebû; Zanîngeha Rojava dest pê kir û niha em dibînin ku der çûna û mezun bûne, xwendekarê master jî di rê de ne.

Mezûnbûna xwendekarên Masterê ya Instituta zanistên civakî , bi nivîsandina teza baş bi standard û qalîteya baş a tezê ji zanîngehên baş yên cîhanê, hema hema ne hêsan bû. Lêbelê, ez dikarim bi serbilindî bêjim ku tiştê ku min ji xwendekarên me, piştî çend salan fêr bûn û pêkanîna xebatên zanistî û hilberandina zanînê dît; tiştekî ku her kes dikare pê serbilind be. Helbet em têdigihin ku kalîte û kapasîteya Zanîngeha Rojava bi Zanîngehên wek Oxfordê re nayê muqayesekirin. Lê tevî hemû zor û zehmetiyên ku civak û gelê Rojava dijîn û bi taybetî zanîngeha Rojava tê dijî, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku destkeftên me pir mezin û hêja ne.

Di hemû rewşan de Zanîngeha Rojava û zaningehên destexwişkên wê yên li bakur-rojhilatê Sûriyê, biryara pedagojiya alternatîf dane. Îdeolojiya zanîngeha Rojava xwe dispêre îdeolojiyên ku ji jêr ber bi jor, ne ji jor ber bi jêr; ji hizr a jinolojî û femînîzmê, ne ji baviksalarî, ji xebata ekolojî yê, ne ya îndustriyalîzmê; û îdeolojiya abori û civakî û komînal, ne jî dişibe ya kapîtalîzmê. Bi gotineke din projeya rojava, xwe dirpêre modernîteya demokratîk; weke modêla alternatîf ji bo modernîteya kapîtalîst, Zaningeh a Rojava jî li herêmê heman hizr û raman pêşniyar dike.

Belkî mirov dikare bibêje ku îdiaya pêşniyarkirina alternatîfek ji pergala demdirêj a li herêmê re hema hema ne mumkin e. Ev yek li herêmên şer ên weke Sûriye û Rojava bi taybetî jî dijwartir dibe. Lêbelê, gerçî biçûk jî be; hêviyek heye ku Zanîngeha Rojava û pergala wê ya perwerdehiyê bikare bijî û bi vî rengî mezin bibe ku xewna hilberandina modela alternatîf rojekê bi girseyî pêk were.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.