Çanda Kurdî zindî dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 14 Îlon 2025 - 17:00

  • Li bajarê Ciwanroyê bi beşdariyek zêde ya zarok û ciwan re pêşangehek hunerî hate li dar xistin. Kesên beşdarî pêşangehê bûn di kar û xebatên xwe de jinên Kurd û çanda Kurdî derxistin pêş.

 

Li bajarê Ciwanroyê ya Rojhilatê Kurdistanêpêşangeha Huner, Wênesazî û Anîmasyona Kurdî hate li dar xistin. Pêşangeh, di roja sêyem de ji aliyê hunermend Delniya Gaderî ve hate çavderî kirin û gelek kes beşdar bûn. Ev pêşangeh ji bo pêşkêşkirina berhemên hunermendên Kurd, bi awayekî platformek vekirî hate li dar xistin û çanda herêma Hûramanê jî pêşkêş kir. hejmerekî zêde zarok û ciwan beşdarê pêşangehê bûn û berhemên hinek kesan cara ewil derfetê firotinê dît.

Her roj nêzî 30 berhem dihatin pêşandan. Her berhem, jiyan, çand û nasnameya jinên Kurd ji nêrînek cûda pêşkêş kir û her çîrokek li ser hebûn, berxwedan, bedewî û nasnameya çanda Kurdî bû. Her wiha di pêşangehê de berhemên hunerî yên cûrbecûr ên jinên Kurd jî hatin pêşkêş kirin. Di nav wan de cilên kevneşopî yên Kurdî yên ku nasnameya jinên Kurd sembolîze dikin, portreyên jinên extiyar ên ku kevneşopî ya deqê nîşan dide û fîgurên muzîkjen û jinên li ser hespan ên cihê jinên Kurd ên di qada hunerî û civakî de nîşan didin, cih girt.

‘Beşdariya pêşangehê derfetek mezin e’

Yek ji beşdarên pêşangehê Ayso Meridî, derbarê pêşangehê de wiha got: "Ez zêdetirî salekê di bin çavdêriya mamosteya xwe Delniya Gaderi de teknîkên xêzkirina bi qelemên rengîn fêr dibim û beşdarbûna pêşangeha tecrûbeya min a ewil bû. Ez mehek li ser tabloyek têkildarî çanda Kurdî xebitîm. Afirandina berhemek cuda û bi hûrgilî ji bo min pir girîng bû û ez hêvî dikim ku di pêşerojê de berhemên hê baştir hilberînim."

‘Armanca me pêşxistina çanda Kurdî ye’

Hunermend Heya Muhammedzade jî diyar kir ku ew nêzîkî mehekê ji bo xêzkirina tabloya jinek extiyar hewildanên mezin daye û wiha got: “Min xwest bi vê xebata xwe re mîrata dîtbarî ya Kurdî belge bikim. Armanca me ya lidarxistina vê pêşangehê, pêşxistina çanda Kurdî û fêrkirina wê ji ciwanên me ye. Di heman demê de çalakiyên bi vî awayî, ji bo parastina nasnameya çandî û xurtkirina ragihandina nifşan pir girîng e.”

‘Divê piştgiriyên mezin hebin’

Jina bi navê Serve Ehmedî jî, wiha axivî: "Pêkanînên çalakiyên çandî yên bi vî awayî pir girîng e. Beşdarên zarok, rûxmê temena xwe ya biçûk jî berhemên hunerî pêşkêş dikin û çanda Kurdî dîtbarî bikin. Ev berheman ne tenê tabloyek in; peyamekî zindî ye ku hewildanên nifşên nû nîşan dide. Piştgirî kirina beşdaran, pir girîng e. Ji bo domandina pêşangehan, divê piştgiriyên mezin hebin.”

Di seatên dawî ya pêşangehê de, berhemên hunerî rastî eleqeyek mezin hatin. Mêhvanan, diyar kirin ku divê nirxa berheman ji bihayên hatine diyar kirin zêdetir bin û ji bo afirandina van berheman kedek mezin hatiye dayîn. Roja sêyemîn a pêşengehê,bi govendên gelêrî û bi dawî bû.  SOMA KARAMÎ /JÎNHA/CIWANRO

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.