Di nav bêhna pîs de dijîn!
În 12 Îlon 2025 - 15:15
- Nêzîkî 30 salin welatiyên Gundê Tepereş û beşek malên dikevin derdora Çemê Çeqan di nava geleş û bêhna pîs ya avê de dijîn. Welatî rexne li hikûmetê dikin ku soz ji bo wan tên dayîn lê tişta pêwîst nakin.
Gundê Tepereş yek ji gundên dikeve sînorê bajarokê Seyîdsadiq yê Parêzgeha Silêmaniyê ye. Ji ber berfirehbûna sînorê erdnîgarî yê navçeya Seyîdsadiq, gundên nêzîk navçeyê dibin beşek ji navçeyê. Welatiyên gund yên di nava gelaş û bêhna pîs ya ava çemê Çeqan de dijîn, nerazîbûn nîşanî bêdengî û xemsariya hikûmetê ya li hemberî wan didin.
Me berê xwe da gundê Tepereşê û rewş û jiyana welatiyan ya li herêmê ji nêzîk ve şopand. Welatiyan xemserî û nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî gund û dîsa rewa jiyanî ya di nava sergo, gelaş û bêhna pîs de anî ziman.
‘Bila hikûmet qanalîzasyonê çêbike’
Welatiya bi nave Çîmen Mihemed anî ziman ku nêzî 30 sale ku ew li vî gundi dijîn û got: “Em 10 salên ewilê jê derxin, hema bêje temamî bêhna nexweş û pîs ya çemê Çeqan li nava gund heye û jiyanê diherimîne. Di vê werza havînê de hemû bêhna nexweş û genî dikeve mala me û em dihilmijin. Daxwaz dikin ku hikûmet qenalîzasyonên çêbike.” Welatiya bi navê Gulale Tofîq nerazîbûn nîşanî vê rewşê dide û dibêje; “Ji ber bêhna çem, me mala xwe ji peravê çem dûr xistiye. Ez ji sala 1997’an ve li vî gundi dijîm. Niha me mala xwe ji peravên Çemê Çeqan dûr xistiye hinek. Ji ber qirêjî û bêhna pîs ya çem me nedikarî bijîn. Niha jiyan li gundê me nemaye. Hikûmetê ti xizmetguzarî li gundê me nehatiye kirin. Piranî çokên ava qirêj ya malan me ser hesabê xwe çêkiriye.”
Ji ber bêhnê nexweş ketine
Welatiyê bi navê Qadir Ehmed ku mala wan li nêzî Çemê Çeqane jî got: “Berî niha bi 30 salan hatîn û me gundê xwe ava kir. Zêdetirî 200 mal li vî gundî dijîn. Ji ber vê bêhna pîs em nikarin bijîn li vir. Di werza havînê de zêdetir bêhn dide. Dema em muberîdeyan pêdixin hemû bêhna pîs dikişîne malê. Şevê zêdetir bêhn dide. Gelek car jî ber bêhnê di nava germayê de muberîdeyan divemirînin. Ti rewşa me nemaye. Daxwaza alîkariyê ji hikûmetê dikin. 30 sale her dema hilbijartinê tên, keşfa xwe dikin û sozan didin, piştre diçin û nema li me vedigerin. Kes guh nade dengê me. Daxwaza me ewe ku bi qasî 3 kêlometreyan qenalîzasyon danin. Em hemû ji ber vê bêhnê nexweş bûne.”
Ji bo çareserkirina pirsgirêka Gundê Tepereş weke Rojnews me hewl da bi Qeymeqamê Şaredariya Navçeya Seyîdsadiq re têkilî danin, lê kes amade nebû li ser mijarê baxive. ROJNEWS/SEYÎDSADIQ