Li Rojava sala nû ya xwendinê dest pê kir

Yekşem 14 Îlon 2025 - 15:30

  • Sala xwendinê ya 2025-2026'an li herêmên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Dibistanên Rojavayê Kurdistanê-Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deriyên xwe ji şagirtan û xwendekaran re vekirin. Îsal 713 hezar û 554 xwendekar di 3 hezar û 647 dibistanan de ji aliyê 35 hezar û 513 mamosteyan ve tên perwerdekirin.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, hejmara xwendekaran îsal 713 hezar û 554 e, ku di 3 hezar û 647 dibistanan de ji aliyê 35 hezar û 513 mamosteyan ve tên perwerdekirin. Mamoste, li ser rêbazên hînkirinê di dewreyên perwerdeyê û fêrkirinê re derbas bûn.

Di dibistanan de ji bo qeydkirina xwendekaran û peydakirina hawîrdoreke perwerdeyê ya gunav a ji xwendekaran re, 7'ê Îlonê dest pê kiribû.

Pergala perwerde û fêrkirinê ya herêmê xwe dispêre, metaryalên ku hatine guhertin. Bi 3 zimanên sereke: kurdî, erebî û suryanî ve têne dayîn. Ev metaryal, xweza û taybetmendiya her herêmekê di ber çavan re derbas dike û pirrengiya zimanî û nasnameya civakî ya pêkhateyan rave dike.

Ji vê hewldana desteyê diyar dibe ku aliyên perwerdeyê hewl didin pirrengiya çandî û zimanî pêş bixin, perwerdeyeke giştî li gorî hêviyên civakên xwecih, peyda dike. ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.