Hilbijartina Parlementoya li Başûrê Kurdistanê

Seevan SAEED nivîsand —

Çarşem 4 Îlon 2024 - 00:05

Gotinek hevpar ku dibêje, ‘’Ger hilbijartin tiştekî biguherta, dewlet û esthilatdarî wê Hilbijartin qedexe bikirana.’’ Eger ev gotin ji bo sazî û dezgehên demokratîk û sivîl ne rast be, miheqqeq ji bo cihên weke Başûrê Kurdistanê pir rast e. Ji bo çend salên dirêj e ku PDK û carinan YNK jî, hilbijartinê qedexe û asteng dikin. Ji ber ku bi temamî dizanin ku hêza wan ne ji gel ve hatîye. Belkî ji dewlet û deselatên dagirker ve hêza xwe girtine.

Em dizanin ku artêşa Tirk ji sedî 75’ê Duhok û parêzgeha Hewlêrê zeft kiriye. Dizanin  ku bandora Îran û Tirkiyê li ser tevahiya proseya siyasî heye û hema hema %100 sêwirana hilbijartinan û parvekirina desthilatê wê li derveyî sindoqên dengdanê were destnîşankirin. Dev ji vê yekê berdin ku di bin dronên dewleta Tirk de ti kes ne ewle ye. Hîç kesek bi selametî jiyana xwe piştrast niye. Em dizanin ku li başurê welat av û elektrîk bi xweşî nîne. Li nexweşxaneyan xizmetên tenduristiyê têrê nakin û dibistanên zarokan di rewşeke herî xirabtir de ne. 

Wê demê li vir pirsek hêsan heye; ‘’Gelo çima girîng e ger ku hilbijartin çêbibe yan na? ‘’ Bêguman gava ev xalên ku min anîn ser zimên nayê vê wateyê ku ev tiştên hêsan in. Li vir xema min a sereke hêviya gel bi  guhertinê ye. Tişta ku ev 33 sal in ku bi navê rêveberiya Kurd li ser desthilatdariyê tê dîtin; çi ji berê çêtir e? Kurdayetî û xizmekirin bi çand û nasname ya Kurdistanî ji astekî de ye? Ewlehî û asayîşa gelê Kurdistanê li kû ye? Xizmetên tenduristî û perwerdehiyê çima xerabe ye? Li kûderê rêzgirtina ji mirovan re heye? Mafên mirovan, mafên sîyasî, Kulturî û civakî çawa tê xuyakirin? Ew planên stratejîk ji bo paşeroja Kurdistanê lazim e ku hebe çi ne? Çavkaniyên xwezayî û aborî li kû ne û ji bo kê tên bikaranîn? 

Bersiva van hemû pirsan bi tenê dê ev be: Mixabin tiştek bi riya rast nehatiye kirin. Tiştek bi awayekî rast pêk nehatîye. Belê em dikarin hinek tiştên baş, lê pir hindik bibînin. Lê belê, ev tişt ne bi xêra deselat û dagîrker çêbûne. Ji ber vê yekê senaryoya ku jê re hilbijartin tê gotin çi lazim e? Gelo ev hilbijartin ji bo kê ye? Ya rastî ew e ku piraniya gel boykota vê hilbijartinê dikin. Tu hêviya wan bi vê dezgeh û sazîyên parlemanto û dewletdarî ya Kurdî li başurê welêt nîne.  Ev Hilbijartin -eger were kirin ji- tenê ji bo hêzên qirêjên sîyasî û berjewendîyên dewletên dagîrker a Kurdistanê ye. Tu mefaya vê hilibijartinê ji bo gel nabe. Ji ber vê yekê, li gor min; boykot baştirîn bijarteya gel e. 

Gava ku ez vê cumleyan dinivîsînim, hizra min ber bi çiyaên Kurdistan û Tevger a Azadî ya Kurdistanê diçe. Gelo Heval çi dibêjin deheqê vê mijarê?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.