Çareseriya Rojava ji bo Filistîn û Îsraîlê

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 7 Mijdar 2023 - 00:15

Gelo pirsa Filistînê pirseke Erebî yan jî Îslamî ye? Heger pirseke Erebî ye, çima bîst û du dewletên Ereban û 350 million Erebî nikarî mihneta Filistînê çareser bikin û dewleta Îsraîlê ji holê rakin? Heger pirseke Îslamî ye, çima pencî û pênc dewletên Îslamî û qederê 2 Milyar Misilmanî nikarî birayên xwe yên Misilman ên Filistînî ji vê mihnetê xelas bikin? 

Pirsên bi heman rengî yan jî pirsên cuda ji bo gelê Cihû jî hene. Gelo mafê gelî Cihû nîne li ser vê axê bi azadî bijî? Piştî 3 hezar sal mişextî û belengazî ya Cihuyên li Cîhanê, gelo mafê wan nîne ku statuyeke wan hebe? Bîst û du dewletên Ereban li Rojhilata navîn hene, çima yek dewlet ji bo Cihuyan jî nebe? 

Esas, ev pirsên welê û bersivên van pirsan jî nikarin rastiya mijar û krîzê nîşan bidin. Em bi kurtî bi meseleyê dakevin. Pirsa Filistînê ne pirseke Erebî û ne jî Îslamî ye. Pirsa mirov, ax û nasnameyê ye. Heger komek ji xelkê dixwazin bi nav û nasnamekê li ser axekê bijîn, nasname, ax û çandên wan lazim e werin parastin. Her du gelên li ser wê axê, Filistînî û Cihû jî dikarin li ser vê axê bi aştî û azadî bijîn. Lê belê, hem olpersitî û hem ji Neteweperestiya hişk, nikare bersiva daxwazên mirovî yên wan her du gelan bide. Krîza mezin ew e ku hem dewleta Îslamî û hem jî dewleta Cihû, li ser easayên nijadperestî û ne demokratîk û hovitiyê hatine damezirandin. Li gorî min, dewleta Îsamî ya DAIŞ´ê û dewleta Cihû ya Îsraîlê xwe dispêrin heman xeyal û felsefeyê. 

Kiryarên Hemasê û yên Israel jî ji heman çavkaniya îdolojîk a nijadperistî û olperistiyê tên. Ji wê zêdetir jî siyaseteke qirêj a navdewletî û heremî, ev pirs kirine pirseke zêde kaotîk û bê çareserî. 

Mirov gava dibîne, bi rastî jî diheyire, ka çawa ew qas siyasetên qirêj li ser van her du gelên feqîr û belengaz tên meşandin. Niha dîsa mijara çareserî ya du dewletî dibe rojev. Miheqeq, ew ne ku tenê çareseriyê ligel xwe naîne, belkî jî bibe sedem ku kaos mezintir bibe. Dewleta Îsreîlê, li ser esasê zilmê ava bûye. Ma ne, dewleta Filistînê jî li kêleka wê dê were avakirin? 

Ev yek tenê dikare kaosê mezintir bike. Halê hazir, tişta niha diqewime ew e ku di navbera Îsraîl û Hemasê de li Qeterê danûstandinên veşartî hene. Ji ber ku her du hêz girêdayî wê sîstema qirêj in a ku kaosê dimeşîne, heta bi rê ve dibe. Her du gelên deverê, Cihû û Filistînî ji wek her carê dibin qurbaniyên destên qirêj ên vê sîstemê. 

Heger em doza çareseriyeke rasteqîn ji bo vê pirsê dikin, miheqeq avakirina statuyeke demokratîk, pirreng û pirrol û pirrçand lazim e ku tê de herkes bi nasname, ax û ol û çanda xwe bi azadî lê bijî. Gelo statuyeke wisa li Rojhilata Navîn heye? 

Erê heye… Rojavayê Kurdistanê mînakeke pirr teze, bi nirx û qîmet e ku xelkên din dikarin ji wê tecrûbeya demokratîk û azadixwaz, hîn bibin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.