Heyeta Îngîlistanê li Rojava ye

Çarşem 16 Nîsan 2025 - 03:40

Hevdîtinên Heyeta Parlamenter a Îngilistan û Yekîtiya Ewropayê yên li Kurdistanê dewam dikin. Heyeta 14 kesî ku lord jî di nav de cih digirin, piştî hevdîtinên li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî derbasî Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bû. Hevdîtina li gel Mesût Barzanî li bajarê Selahaddînê pêk hat û Barzanî têkildarî komkujiyên ku li hemberî gelê Kurd hatine kirin, agahî da heyetê. Di hevdîtinê qala banga Rêber Apo ya "Aştî û Civaka Demokratîk" jî hate nirxandin û hate gotin, divê tu alî di pêvajoya aştî û çareseriyê de serî li şer û pevçûnan nedin.

Xeteriya li ser Suryanî û Xirîstiyanan

Heyet piştî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû. Heyet li Rojava destpêkê bi Nûnerên Konseya Suryaniyan re civiya û ji aliyê Nûnera Têkiliyên Derve yê Konseya Suryaniyan Madira Gavriye ve hate pêşwazîkirin. Madira Gavriye têkildarî rewşa Xiristiyan û Suryaniyên li herêmê agahî dan û metirsiyên xwe yên têkildarî gefên li ser civakên Xirstiyan anîn ziman û diyar kir ku koçberiya bi komî hê jî dewam dikin. Madira Gavriya bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi dewamî ava Çemê Xabûrê qut dike, di encama vê yekê de çem ziwa bûye û zirareke mezin dide debara Suryaniyan.

Yekîtiya neteweyî tê pêkanîn

Heyet piştre li bajarê Qamişloyê li gel Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmed re hevdîtinek pêk anî û têkildarî geşedanên herêmê yên siyasî, ewlehî û aborî yên dawîn agahiyên berfireh hatin parvekirin. Îlham Ehmed di hevdîtinê de diyar kir ku diyaloga di navbera partiyên siyasî yên Kurd de hê jî dewam dikin û di mijara yekîtiyê de hevdîtinên girîng tên kirin. Îlham Ehmed da zanîn ku wê di 18’ê Nîsanê de konferansek were lidarxistin û piştî vê konferansê wê komîteyeke ku çavdêriya pêvajoya amadekirina Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê ya nû bike, were avakirin. Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoya amadekrina Qanûna Bingehîn û diyar kir ku wê ji pêkhateyên civakê yên cuda komîte werin avakirin. Îlham Ehmed anî ziman ku avakirina van komîteyan a beriya nivîsandina Qanûna Bingehîn pêngaveke mecbûrî ye û qala cezayên DYE’yê yên li hemberî Sûriyeyê kirin û diyar kir ku Rojava jî ji vê rewşê bêpar nîne.

Dewleta Tirk li ser herêmê xeterî ye

Îlham Ehmedê piştre destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrtiyeyê dewam dikin û da zanîn ku qutkirina çavkaniyên avê ya bi zanebûnî bi taybetî jîli Kantona Hesekê rê li ber ziwabûneke cidî vekiriye û got ku nêzîkî milyonek welatî nikarin xwe bigihînin ava vexwarinê ya paqij. Ehmed îfade kir ku ev êrîşên Tirkiyeyê li herêmê rê li ber krîzên mirovî vedikin. Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de rêveberiya Şamê rexne kir û diyar kir ku ev rêveberî bi temamî xwe dispêre îdeolojiya Îslamî û selefî û ji ber vê yekê jî nûnertiya avaniya Sûriyeyê ya pirneteweyî û pirçandî nake. Ehmed da zanîn ku rejîm li hemberî civaka navneteweyî îmajeke hesas nîşan dide lê belê kiryarên wê ne wisa ne.

Îlham Ehmed herî dawiyê jî bal kişand ser girîngiya amadekirina Qanûna Bingehîn a zelal û berfireh ku bibe bingeha hilbijartinên demokratîk û diyar kir ku heya belgeyeke wisa nebe wê di pergala hilbijartinan de tim pirsgirêk rû bidin.

Heyet di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Rojava de wê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) Mazlûm Ebdî re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Şande wê 2 rojan serdana partiyên siyasî, sazî û çalakvanên sivîl bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.