Li ser banga Rêber Apo birêxistin dibin

Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 03:05

Jinên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di pêşengtî, xebat û têkoşîna xwe ya ji bo bi destxistina dadperweriyê, wekhevî, azadî û misogerkirina mafên xwe di destûra nû ya hikûmeta nû ya welat de berdewam in. Di vê derbarê de Hevseroka Giştî ya PYD’ê Perwîn Yûsif axivî û di derbarê rewşa niha ya jinên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de got:“Heyet Tehrîr El Şam û ew kesê ku niha li şûna Esed hatiye danîn, di rastiyê de selefî ye û hebûna jinan di nav xwe de qebûl nake. Lewma her tim di hewla wê de ne ku guherînan di destûrê de bikin û berdewam dijayetiya destkeftiyên jinan bikin. Di demeke wisa de ku jinan şoreşeke demokratîk û civakî û pir-rengî ava kiriye, bi taybet jinên li Rojavayê Kurdistanê, wek Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta digihêje navendên biryardanê, her dem pêşengatî kirine. Jinan di kar û xebatê de pêşeng bûn û pêşeng in. Hêvîdarin ku ev sîstem li tevahiya Sûriyeyê bikeve meriyetê.” Derbarê berdewamiya hewlên jinan bo bidestxistina dadperweriyê û çespandina wekheviyê di pêkanîna hikûmeta nû ya Sûriyeyê, Perwîn Yûsif wiha got:“Ew rejîma ku xwe li ser gel ferz dike, dixwaze dawî li netewan bîne û wan ji holê rake. Lewma di 23’ê Adarê de me konferansa Yekîtiya Jinan lidar xist. Me di konferansê de biryara xwe li ser çawaniya kar, xebat û prensîbên giştî da. Her wiha me ragihand ku li Sûriyeyê em dikarin bibin navenda guherînê. Ji ber vê yekê, me bang li Yekîtiya Giştî ya Jinên Kurd li Sûriyê kir da ku jin wekî hebûneke damezrandî bikaribin li hember pêvajoya siyasî rawestin. Jinên Sûriyeyê, ji çi netewekê bin, divê xwedî nasnameyeke serbixwe bin. Lewma têkoşîna me jinan di vê çarçoveyê de berdewame.”

Bang guherîneke mezin çêdike

Perwîn Yûsif derbarê banga dîrokî ya Rêber APO jî ev nirxandin kirin:“Rêber Apo bawerî bi hêz û têkoşîna jinan heye. Lewra bang dike ku jin bi xweza û hebûna xwe derkevin holê. Peyama Rêber Apo guherîneke mezin li Rojhilata Navîn, Rojavayê Kurdistanê û Kurdistanê bi giştî çêdike. Ev rêyek çareseriyê ye ji bo pêşîlêgirtina qirkirina Kurdan û pêşxistina aştiyeke mayinde. Her wiha banga Rêber Apo ji bo her çar parçeyên Kurdistanê di çarçoveya yekrêziya gelê Kurd de ye. Me jî wek PYD, gelê Rojavayê Kurdistanê û gelê Sûriyeyê, hêzeke mezin ji vê peyamê wergirt û em ê serkeftinên mezin jî bidest bixin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.