Modela Rojava dikare bibe çareserî

Çarşem 16 Nîsan 2025 - 03:15

  • Hevseroka Tevgera Dostaniya Navbera Gelan û Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê (MRAP) a navenda wê li Fransayê ye Renée Le Mignot diyar kir ku Tirkiye dixwaze sîstema Rojava tine bike û got, "Modela Rojava mînakeke cihê hurmetê ye.”

Hevseroka Tevgera Dostaniya Navbera Gelan û Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê (MRAP) a navenda wê li Fransayê ye Renée Le Mignot êrîşên li ser Rojava û girîngiya modela Rojava ji bo paşeroja Sûriyeyê nirxand.

Tirkiyeyê politikaya dijminane meşand

Renée Le Mignot anî ziman ku piştî hilweşîna rejîma Esad li welêt guhertineke mezin nebû û destnîşan kir ku berevajî bendewariyan komkujiyên li welêt û hebûna mêtingeriyê ya welatên biyanî ya li Sûriyeyê dewam kir. Renée Le Mignot bi bîr xist ku dewleta Tirk ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve li hemberî Rojava polîtîkayeke dijminane meşand.”

Tirkiye li gor qanûnê tevnagere

Renée Le Mignot helwesta Ewropayê ya li hemberî dewleta Tirk rexne kir û anî ziman ku rêveberên Ewropî serî li ber şantajên Serokkomarê Tirk Erdogan ditewînin. Renée Le Mignot bi dewamî got, "Beriya niha tevlî wan dadgehan bûbûm ku sûcên Tirkiyeyê yên li hemberî gelê Kurd dihate darizandin. Di vir de encamên têkildarî PKK'ê ji bo me girîng bû. Dadgeh bûyerên di navbera PKK'ê û Tirkiyeyê de diqewimin weke şerekî çekdarî dibîne û bi şênberî nîşan dide ku PKK hurmetê nîşanî Peymanên Cenevreyê dide. Ya ku li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê li gorî vê peymanê tevnagere dewleta Tirk bi xwe ye. Dema ku ev li ber çavan bê girtin, weke tevger em ji Fransayê dixwazin ku PKK'ê ji lîsteya 'terorê' derxîne.

Modela Rojava bêhempa ye 

Renée Le Mignot destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze sîstema Rojava tine bike ku ji bo demokrasiya Rojhilata Navîn modeleke bêhempa ye û got, "Modela Rojava ji bo demokrasiyê, jiyana bi hev re, mafên hindikahiyan -çi çandî çi jî civakî- mînakeke cihê hurmetê ye. Wekheviya jin û mêr jî gelekî girîng e. Li herêmekê ku tundiyeke gelekî giran li jinan tê kirin, li Rojava mafên wekhev û azadiya jinan bi ratî jî ji bo tevahiya herêmê mînakek e. Hebûna şervanên jin a li Rojava nîşaneya herî baş a hêza jinê ye. Mafên ku jin li vê herêmê xwediyê wan e, bi rastî jî awarte ye."

Modela Rojava dikare bibe çareserî

Renée Le Mignot diyar kir ku rêxistina cîhadîst HTŞ a li Sûriyeyê bûye desthilatdar ji bo paşerojê metirsiyeke mezin e û anî ziman ku modela Rojava ji bo tevahiya pirsgirêkên li Sûriyeyê dikare bibe çareserî. 

ANF / PARÎS/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.