Cara yekem ‘monodrama’ derket ser dikê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 16 Nîsan 2025 - 01:15

Di Festîvala Şehîd Yekta Herkol a Heftemîn a şanoyê de ku herî dawî li Qamişloyê hat lidarxistin, cara yekem şanoyên monodrama hatin pêşkêşkirin.

Derhêner û lîstikvanê şanoyê Fewaz Mehmûd û endamê komîteya nirxandinê ya Festîvala Şehîd Yekta Herekol, ji ajansa me re axivî û got: "Yekem car e şanoya monodrama li Rojava tê pêşandan.”

5 komên şanoyê yên beşdarî Festîvala Şehîd Yekta Herekol bûn, lîstikên xwe yên monodramatîk pêşkêş kirin. Mehmûd destnîşan kir: "Ciwanên nû hene ku ji enstîtuyan derneçûne. Hin ji wan cara yekem e derdikevin ser dikê û afirîneriyeke bêhempa nîşan da.”

Festîvalê dewlemendtir dikin

Endamê Peymangeha Bilind a Hunerê (Beşa Şanoyê) Omer Ebdulrehman, berhemên monodramatîk ên ku di festîvalê de ji aliyê komên şanoyê ve hatin pêşkêşkirin nirxandin û got: "Berhemên monodramatîk festîval dewlemendtir kir û komên beşdar ên başûr û rojhilatê Kurdistanê rengekî xweşik da festîvalê.” Ebdulrehman got pêşandanên monodramayê pir baş bûn, lê hîna jî kêmasî hene. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku piştî vekirina Peymangeha Bilind a Hunerê li Dêrikê dê şano li Rojava bi pêş bikeve.

Rêvebera Komîna Şanoyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rumet Beko jî der barê mijarê de got: "Peyama şanoyê dewlemend bû û êşên jinan li ser dikê pêşkêş kirin. Komên ku ji başûrê Kurdistanê hatin, bi lîstikên xwe yên bêhempa festîval dewlemend kir.” Mîlad Mihemed ku di nava 6 rojan de hemû şanoyên festîvala şopandine, got: "Amadebûna min derfetek bû ku ez ji nêzîk ve ezmûna derhêner, nivîskar û lîstikvanan bibînim û nas bikim.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.