Festîvala Nûjiyan zendan badaye

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 12 Nîsan 2025 - 00:46

  • Ji Kolektîfa Kezî Çîdem Roj da zanîn ku bi armanca avakirina yekîtiya di navbera sinemavanan de, xebatên xwe dimeşînin û bang kir ku sînemavan heta 25’ê Gulanê fîlmên xwe ji Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan re bişînin.

SORGUL ŞÊXO / NÛJINHA / QAMIŞLO

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji bo pêşwazîkirina sînameger û derhênerên jin ên Kurdistanî û cîhanî amade dike. Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan, li hêviya mêvanên xwe ye. Mihrîcana ku di navbera 25 û 31’ê Gulanê de dê pêk bê, heta  25’ê Gulanê kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên ku çîrokên jinan yên cûda vedibêjin, pêşwazî bike. Kolektîfa Kezî ya Sînamegerên Jin li Rojava, pêşengiya mihrîcanê dike. Li ser amadekariyên Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan, Endama Kolektîfa Kezî ya Jinên Sînameger Çîdem Roj axivî.

Armanc hevgirtin û yekîtiya sînemavanan e

Çîdem Roj di destpêka axaftina xwe de armancên Kolektîfa Kezî ya ku pêşengtiya Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan dike, vegot. Çîdem da zanîn ku armanca wan a destpêkê, avakirina hevgirtin û yekîtiyeke di navbera jinên ku bi xebatên sînameyê re mijûl dibin de ye û wiha pê de çû: “Me xwest bi rêya Kolektîfa Kezî berhemên wan bi awayekî bibandortir amade bikin. Ji lewra Kolektîfa Kezî îsal pêşengtiya Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan dike. Armanca me ji mihrîcanê ew e berhemên ji aliyê jinan ve li ser çîrokên jinan hatine çêkirin, nîşan bidin.”

Belgekirin û nîşandana keda jinan

Çîdem Roj da zanîn ku Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan,  yekem mihrîcana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin e û wiha pêl da gotina xwe: “Armanc belgekirin û nîşandana keda jinên sînameger yên ku di oxira çêkirina her fîlmekî de ewqas ked û bedelên giranbuha didin e. Amadekariyên mihrîcanê ji salek zêdetir e tê kirin, lê ji ber erdnîgariya ku em lê jiyan dikin êrîşên pir dijwar li ser rû dan, gel rûbirûyê komkujiyan hatin û ev bû sedem ku em mihrîcana xwe lidar nexin. Demek kurt bûye ku careke din me dest bi amadekariyên lidarxistina Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan, kiriye. Vexwendname ji derhêner û sîmanegerên jin yên li seranserî Kurdistanê û cîhanê re hatine şandin. Yên ku derfet bibînin wê bi xwe beşdarî mihrîcanê bibin, yên derfet nebînin jî wê berhemên xwe bişînin û em ê li vir bidin nîşandan. Her wiha ev berhem wê li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî werin nîşandan.”

Yekem festîvala navneteweyî ya jinan 

Çîdem Roj ani ziman ku armanca Mihrîcana Nûjiyan ew e ku hemû derhêner û sînamegerên jin li cihekî werin ba hev û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Daxwaz û armancên me ew in ku çîrokên jinan jiyan kirine û bi nêrîn û çavên jin veguherî ye kurtefilm, ji civakê re nîşandan bidin. Pir girîng e ku êş û kêfxweşiyên ku me bi hev re wekî jin jiyan kiriye nas bikin. Ji lewra amadekariyên ku bi kelecaneke mezin tên kirin, ji ber yekemîn Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan,  wê li Rojava were lidarxistin. Mihrîcan wê ne tenê ji sînameger û derhênerên jin ên Kurd pêk were, wê li ser asta cîhanê be. Ji ber ne şert e ku tenê jinên Kurd beşdar bibin, rengbûyîn cûdabûna xwe wê bide mihrîcanê. Her derhênerek di vê mihrîcanê de bi berhema xwe ji kurtefîlm, belgefîlm, çîrok û hwd… dibe dikare cîh bigre. Bi hêviya ku Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan  bibe wesîleya yekîtiya jinên sînameger û bikaribe di navbera wan de  hevgirtin û têkiliyeke bihêz çêkin.”

Gavên mezintir ji bo huner û sînemayê

Çîdem Roj got ku ew bi baweriya bi Netewa Demokratîk ku her derhênerek bi zimanê xwe dikare beşdarî mihrîcanê bibe nêz dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi derhêner û sînamegeran re di nav pêwendiyê de ne. Heta niha berhemên ku gihîştine destê me hene. Ji bo me ziman li hember civandin û hatina sînamegeran ba hev, nabe pirsgirêk û astengiyan çênake. Ji ber ku em îro kêliyên şoreşê dijîn, ji lewra divê ku di warê huner û sînameyê de em gavên mezintir bavêjin, xwedî li destkeftiyên şoreşa xwe derkevin û bikaribin rengbûyînê bidin mihrîcana xwe. Ji lewra serlêdan niha vekirî ye, yên ku dixwazin beşdar bibin dem heye ku qezenc bikin. Ji lewra Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan, dê heta 31’ê Gulanê berdewam bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.