Rewşa Serok Ocalan û xebata wî ji bo me

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 15 Tebax 2023 - 06:43

Seevan Saeed

Gelo heger rojekê xebera Şehadet a Serok Ocalan were; bersiv û reaksiyona gel dê çawa be? Ez bi awayekî din bipirsim: Rexneya Ocalan li reaksiyona gelê me li hember xebera Şehadet a Şêx Seîd û Seyid Reza û Qazî Mihemed çi bû? Berteka Ocalan li hemberî şehadeta Mazlûm û Egîd û tevahiya şehîdên din çawa bû? Ez dixwazim bibêjim, gelo gelê me amade ye ji bo xebereke wisa nexweş? Çi li ser milê me heye ku heta niha me pêk neaniye? Ez rastî bibêjim, her şev bi vê meraqê radizêm.

Şehadeta Hakî Karer bû sedema Manifesto ya Şoreşa Kurdistanê. Şehadeta Mazlûm Dogan û hevrêyên din, bû sedema pêngavê 15´ê Tebaxê. Şehadeta Mahsûm Kormaz bû sedema amadekariya artêşbûnê. Her şehîdekî bixwe felsefeyek li dîroka vê xebatê li ser rê xistiye. Felsefeya xebat û berxwedan di hizra birêz Ocalan de pirr cuda ye ji tevahiya felsefeyên xebatê ên di dîrokê de. Lê niha, mixabin xwediyê vê felsefeyê bi neheqî û bêbextî di zindanê de ragirtiye. Wijdanê mirovahiyê jî li ser vê neheqiyê tiştekî nabêjê. Ya rastî, ji bo min ne girîng e dinya çawa li vê xebat û berxwedana Serok Ocalan dinihêre. Meraqa min, gelê Kurdistanê bi xwe ye. Çi qas em li dijî vê neheqiyê rabûn ser piyan? Nerazîbûna me çi ye derheqê vê zulmê de?

Meraqa min ew e ku gelê me bi rasti serokê xwe nas nekiriye. Xebatkarên vê doza rewa, li gorî nasandina vê xebat û serokê vê hereketê, bi awayekî layiqî wê bin tev negeriyane. Gelo ev jî neheqî nîne, gava em hereket û xebatkarên vê dozê xetabar bibînin? Rastî bersiva pirsa min dibe çawa be? Bi xebera şehadeta Serok qiyamet radibe? Lazim e ku em qiyametê rakin? Bersiva pirsa xwe ji Serok Ocalan digirim. Gava ku şehadetek bi êş çêdibû; derdek mezin li dilê serok de dihêla. Lê ev êş û derd dibûn sedema gaveke mezin û wî xebat geştir dikir. Ez fêm dikim ku êş û derdê esareta Serok û hevalên wî pirr giran e. Lê dîsa slogana berxwedan jiyan e li nav me maye.

Terz û şêwaza xebata vê hereketê ew e ku teslîm bûn ne qebûl û ne jî nas dike. Rexmî êş û derdên mezin jî berxwedan didome. Lê bi rastî niha dem dema hizirîn û ramanên kûr û pirr ciddî ye. Gelo em amade ne ji bo her bûyerê? Bersiva min li ser du astan dibe. A yekê, wekî ferd, her xebatkarek, her welatparêzek lazim e sozekê bide gel û serokê xwe. Ew soz lazim e guhartinek bê di hizr û ramana me ya şoreşgerî de. Ya diduyan jî, wekî hereket, bi rastî revîsiyoneke pirr ciddî lazim e. Rexmî her astengî û nerehetiyê jî; rexne û xwerexnekirin ji bo vekirina deriyekî baştir ji bo gel û ji bo Serok jî, weke nan û avê lazim e ji bo me.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.