Sedam çû Sedamên piçûk hatin

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 11 Nîsan 2023 - 09:17

Roja 9´ê Nîsana sala 2003´yan, tam berî bîst salan, rejîma beesî ya Sedamî li Iraqê hilweşiya. Gelên Iraqê, bi dilgerimî û xweşî ji bo Azadî û jiyaneke bi rûmet xwe amade dikirin. Hêvîyeke wan a mezin bi Emerîka û welatên rojava hebû ku Iraqê bikin wilayeta 51´ê ya Emerîkayê. Lê belê, Iraq bûye maleke pirr şer, qetl û zilm. Hêzên kevnexwaz, ne tenê yek Sedam belkî bi hezaran Sedamên piçûk bi xwe re anîn.

Ez nikarim bibêjim, bingehê cahiltî û nezaniyê di nav gelên Iraqê de tine bû. Nabe ku wisa jî bifikirim ku zilm û sitem a beesî sedemeke mezin a cahiltî û nezanî ya xelkê nebû. Lê, heger hêzên ku piştî Sedam hatin ser kar, xwestiba guhartineke bi rastî çêkin, me niha bi hêsanî karibû Iraqeke cuda ji Iraqêa berî bîst salan bibînin.

Gelo hêzên hazirxur ên mixalefeta berê, çima nexwest yan jî nekarî guhartineke rast û baş derxin holê? Çima Iraqeke yekparçe li bin destê Sedamekî dîktator de dan bi Iraqeke hezar parçe li bin destên Sedamen piçûk ên cuda ên bi ser navên Elî û Umer, Hesen û Huseyn? Gelo sedem ew bû ku xelk amade nebû ji bo demokrasî û jiyaneke azad û bi rûmet? Yan, wan hêzên hazirxur û paşvemayiyên ku ji London û Tehranê vegeriyabûn, nedixwest Iraqeke azad û bi rûmet ava bibe?

Ya rastî ew e ku ne Sadam û ne hêzên neyarên wî jî, ti cara nikaribûn yan jî nexwestibûn ku bibin hêzeke demokrat û azadixwaz. Zêhniyeta wan hêzên siyasî û civakî û olî tev wek e zêhniyeta Sedam bû. Yanî Sedam bi fizîkî ket û çû. Lê belê, hizr û zêhniyet û xeyalên Sedam hê jî li ser kar in.

Mixabin di nav gelên Iraqê de zêhnşiyeta faşîst a Sedam berî ku Sedam ê fizîkî were û piştî ku biçe jî; her hebû, heye û hîna jî dimînê.  Reng û rûyê dîktator, heykel û wêneyên wî ji Iraqê çûn, lê heta niha jî, xeyal û hizrên faşîstî yên Sedam li Iraqê desthilatdar in. Tê bîra min, piştî ku hefteyek di ser çûna Sedam re bihurî, slogana “Bi can , bi xwîn; em te re ne ey Sedam” hat guharandin û bû “Bi can, bi xwîn; em bi te re ne ey Hekîm,  ey Sedr,  ey Celal, ey Mesûd, …”. Zêhniyet weke xwe ma, nav û reng hatin guharandin. Sedamek çû, Sedamên piçûk hatin.

Gava ez wan tiştan bi bîr tînim, hizra min li Rojhelatê Kurdistane ye. Gelo xelkên Îranê, komara Sêdarê ya Îslamî ya dîktator diguherînin bi komareke demokratîk û azadîxwaz? Yan jî weke gelên Iraqê, dîsa dîktatorê mezin ê yek parçe diguherînin bi dîktatorên piçûk ên hezar parçe? Ez Dikarim bibêjim, gava ew çend hevokan dinivîsinim; hizr û xeyala min ber bi alternatîfa azadîxwaz û demokratîk a birêz Ocalan ve diçe. Dixwazim bibêjim, bila dîsa gelê me li Rojhilata Kurdistanê li hêviya azadî û wekheviyê be. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.