Nîqaş li ser hizr û ramanên Ocalan li Çinê

Seevan SAEED nivîsand —

Çarşem 12 Tîrmeh 2023 - 00:05

Gelo hizr û ramanên birêz Abdullah Ocalan tenê di nav Kurdan de asê mane? Gelo xeyal û xebata hizrî ya birêz Ocalan, dikare xizmeta xelkên din jî bike? Gelo Ocalan û xebata wî jî, tenê ji bo Kurdan û ji bo avakirina Kurdistaneke azad e û tenê ji bo serxwebûna Kurdan e? Di çend rojên despêkê yên Tîrmeha 2023´yan de li paytexta Çînê Pekînê, ev pirs û çend pirsên weki wan jî ketin ber nîqaş û gutubêjan.

Gutubêj li ser hizr û ramanên Ocalan û hevrêyên wî, êdî hêdî hêdî dibe rojeva akademiyê û nîqaşên zanistî li cihanê. Êdî Abdullah Ocalan tenê milkê Kurdan nîne. Gel û xelkên din jî dikarin û dixwazin weke referans li Ocalan binihêrin. Rast e ku nîqaş li ser hizr û ramanên Ocalan li navendên Ewrûpayê û rojavayê cihanê têm nîqaşkirin. Lê li rojhelatê cîhanê ev yek hêdî hêdî dest pê dike. 

Zanîngeha Tsinghua ku yek ji mezintrîn zanîngehên Çînê ye, li ser asta cîhanê jî yek ji 25 Zanîngehên herî baş e, îsal li konfransa xwe ya salane, li ser mijarên siyasî û civakî yên cîhanê, di nav 100 lêkolînên giring ên li ser mijarên siyasî, civakî û aborî yên cihanê de 3 lêkolîn li ser hizr û ramanên Ocalan jî qebûl kiribûn. 

Li Rojhilata Navîn, Şoreşa Rojava bûye destpêk ji bo û guhertina cewherî li hizr, xeyal û hereketa civakê de. Di vê guhartinê de, miheqeq para Ocalan heye. Nîqaş li ser vê gotina bi giştî hat kirin. Tirsa dewletên derdorê li Rojhilata Navîn ji vê hizra nû, bûye sedema girtin û êşkencekirina li Ocalan û êrişên li dijî xeta siyasî ya hevalbendên wî. Ev jî yek ji mijaran bû ku di nava yekê ji panelan de hat gotûbêjkirin.

Ferqeke bingehî di navbera Ocalan û hizrmendên din de heye; ew jî ew e ku Ocalan ne tenê di warê teoriyê de belkî di warê pratîkê de bandor li ser milyonan mirovî dike. Şoreşê geş dike. Hizr vedijînê. Raman û mêjiyê xelkê jî mezin dike. Dîrokê sererast dike. Ruhê berxwedanê di nav xelkê de bi hêz dike. 

Fîlozofên din di jiyana xwe de tenê hizr bi pêş dixin. Abdullah Ocalan di nava zindanê de ye, lê dikare bandorê li ser gel, siyaset û dewletê jî çêke. Ew dikare çareseriyê ji bo kaosa li Rojhilata Navîn pêşniyaz bike. Di panela min de jî, ev mijar bi giştî hatin nîqaşkirin.

Ya rastî ew e ku di navendên zanistî yên weke zanîngehên Çin û Japonyayê de, xelk kêmtir elaqedarî nîqaşên siyasi û hizrî dibin. Lê ew kesên kêm, ên ku elaqedar dibin pirr ciddî û pirr bi bandor in. Bi taybetî zanîngeh li wan welatên rojhelat xwedî prestîj û mekanekî mezin in di hizrê xelk û dewletê de. Ez bawer dikim ku gehiştina hizrê Ocalan bi navendên akademiya rojhelatê cîhanê, despêkeke cuda ye li nasandin û bibandorbûna hizr û ramanê azadixwaziyê yên Ocalan. Ka em binihêrin siberoj wê çi nîşanê me dide?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.