Pirsgirêka Kurd: Însiyatîfa Çînê li Rojhilata Navîn

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 5 Îlon 2023 - 02:22

Çîn wek hêzeke mezin a aborî û siyasî, lê nû rabûyî, ligel hevalbendên xwe yên li hundir û derveyî BRICS´ê dikare bi roleke mezin di guhertina rêwşa Rojhilata Navîn de rabe. Di warê helwêst û nêzîkatiyên wan de, cihêtiyek di navbera Çînê û zirhêzên din ên ku ev sed sal in li Rojhilata Navîn xwedî rol in, heye. Çîn, ne weke hêzên mezin ên din e; zirhêzên din ên navneteweyî dixwazin hegemonyaya xwe ya çandî û siyasî li herêmê ferz bikin. Ew bi rastî rêzgirtina li cûdahiyên dînî û çandî ku bi Çîniyan re heye, dixe nav berjewendiyên hevbeş ê navbera dewletan û gelan. Meraqa Çînê ne dagirkirina gelê û welatan e, belkî zêdekirina berjewendiya xwe ya aborî ye. Ji ber vê yekê, Çîn dikare bi roleke erênî di prosesa çareserkirina doza Kurd li Rojhilata Navîn de rabe. Bi taybetî li Tirkiyê û ligel dewleta Tirk ku weke astengeke sereke li pêşiya pêvajoya aştiyê ya di navbera gelê Kurd û dewletê de ye.

Pirs li vir ev e, gelo Çîn dixwaze yan diwêre ku dest bi dozeke wisa tevlîhev bike? Bê guman, di vî warî de du astengên mezin hene. Ya yekem, têgihîna nêzîkatiya Çînê ye derbarê rewşên wiha. Heta niha, Çîn nerazî bû ku destwerdana pirsgirêkên navxweyî yên her dewletê bike; wê dewlet weke xwediyê esas ê serweriyê qebûl kiriye. Çîn, Kurdan weke aktorên ne dewletî dibîne, yanî ew nikare bi wan re bi fermî û rûbirû têkiliyan deyne. Ev astengiyeke mezin e ku Çîn bi awayekî çalak pê re mijûl dibe. Nêzîkatiya wê ya li ser doza Kurd bi awayekî hesas û baldar e ku ti carî naxwaze têkiliyên wê yên fermî bi dewletên welatê Kurdan dabeş kirine, xera bike.

Sedema duyem jî têgihîna destwerdana hêzên rojavayî ya li Rojhilata Navîn e, bi vî awayî ku Çîn kêm maye ku nêzîkatî û helwêstên cuda bi pêş bixe û gavekê ji bo çareseriya çend krîzên li herêmê biavêje, di nava wan de jî doza Kurd jî heye. Lêbelê, her du sedem nikarin Çînê ber bi pêşveçûnê li herêmê rawestînin. Ev jî tenê ji ber berjewendî û derfetên wê yên mezin e ku bi rola xwe rabe, bi taybetî piştî çend belgeyên têkçûna hêzên rojavayî di pêşkêşkirina rêyên cuda de tevî têkçûna projeya modela dewleta netewe û têkçûna kûr a projeyên “Bihara Erebî” li çend deverên herêmê.

Di vî warî de destwerdana Çînê ya li Efxanistanê piştî têkçûna projeya Dewletên Yekbûyî yên Emerikayê (DYE) û vegerandina Talîbanê dikare bibe mînak. Hewldana ji bo lihevkirineke domdar di navbera Îran û Erebistan Siûdî de û qebûlkirina her duyan wek endamên nû yên BRICS´ê, mînakeke din a hêza Çînê ye ji bo peydakirina çareseriya nû li Rojhilata Navîn.

Ji ber vê yekê, potansiyela hewldana çareseriya aştiyane ya di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de ya bi destê Çînê heye. Mirov dikare bibêje, ev di serî de li berjewendiya Çînê ye ku însiyatîfeke weha bigire destên xwe. Ji bilî vê, Çîn têra xwe Tirkan teşwîq dike ku ji vê avzêma tê de bist bûne, derkevin û gavên xwe biavêjin da ku derbasî serdemeke nû ya aştî û bextewariyê li herêmê bibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.