Krîzên li Rojhilata Navîn
Pêncşem 30 Cotmeh 2025 - 03:00

- Rêber Apo di vê beşa nirxandinê xwe de cihek berfireh dide nakokî û rastiyên bi serê gelên Faris, Ermenî û Asûriyan hatiye.
Rêber Apo di pirtûka ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ berga 4’an a bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Krîzên Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ de bi berfirehî bal dikişîne ser krîzên heyî û çareseriya wê.
Rêber Apo di dahûrandinê xwe de qala rast û texrîbatên li gelê Faris, Ermenî û Asûriyan hatine kirin dike û tespîtên pir girîng dike.
Nirxandinên Rêber Apo wiha ne:
“Faris
Çavkaniya pirsgirêkên di civaka neteweyî ya Fars an jî Îranê de, hewldanên şaristaniyan ên dîrokî û modernîteya kapîtalîst a dused salên dawî ye. Li Îranê şaristaniyeke ji rêûresmeke ji sê îdeolojiyên rahibên Sumeran zêdebûyî jî bi tesîr bûye, heye. Rêûresma Zerdeşt û Mîtra tevî ku nasnameya resen pêk tînin jî bi ya ji Îslamê zêdebûyî hatine bêtesîrkirin. Manîtî ya weke sentezeke ekolên felsefeya Mûsewîtî, Îsewîtî û Grekî derket holê, li beramberî îdeolojiya fermî ya şaristaniyê bi tesîr nebû. Ya rastî, ji xwedîkirina rêûresma isyankariyê wêdetir neçûye. Îranê rêûresma Îslamî veguherandiye mezhebê Şîa û dema dawî weke îdeolojiya şaristaniyê hatiye fesilandin, lihevanîn.
Ermenî
Bi ketina modernîteya kapîtalîst a Rojhilata Navîn re yek ji trajediyên sereke yên ew bû sedema wan pirsgirêka neteweyî ya Ermenî ye. Ermenî ji gelên qedîm yê herêmê ne. Bi giranî bi Kurdan re di nav hev de erdnîgariyekê parve dikin. Kurd çiqasî gelek bin ku bi heywanxwedîkirin û cotkariyê debara xwe kirine, Ermeniyan jî ewqasî ev aborî li bajaran bi zenaetkarî xwedî kiriye û xwe pê xwedî kirine. Çandeke aliyê wê yê hunerî pêş ketî jî temsîl dikin. Tevî ku weke Kurdan xwedî rêûresmeke berxwedanê ne, ji bilî mînakên çeperî û demborî, zêde nikarîne bibin xwediyê saziyên dewletê yên mayînde. Ermenî yek ji gelên pêşî bûne Xirîstiyan in. Di vê de nasname û baweriya bi rizgariyê, bi roleke girîng radibin. Mîna Cihûyan li dora qesrê nexasim jî bi nasnameya xwe ya zenaetkar bi tesîr bûne.
Di ketina Rojhilata Navîn a modernîteya demokratîk de weke amûr bikaranîna Ermeniyan bûye tirajediyeke stratejîk. Ji ber Xirîstiyantiyê di nava dorgirtina Misilmanan de tengav bûn û di encama geşbûna dualî ya milliyetgiriya dewleta netewe de her çû serhatiya wan veguherî trajediyekê. Di vê de roleke girîng a eşrafên Ermeniyan ên zû bûn bûrjûwa heye.
Pêkhatinên konfederalîst ên li ser hîmê komînî, demokratîk û pirrnetewe bêne avakirin, belkî jî herî zêde ji bo Ermeniyan û yên weke wan derfetên çareseriyê yên nêzî îdealê pêşkêş bikin. Eger li ser bingehê hêmanên modernîteya demokratîk biponijin û xwe weke Neteweya Demokratîk a Ermenî nû bikin wê di çanda Rojhilata Navîn de hem ji nû ve bigihîjin rola xwe ya dîrokî, hem jî wê rêya rast a rizgariyê bibînin.
Asûrî
Pirsgirêka neteweyî ya Asûriyan çîroka xemgîn a dêwekî aristaniya Rojhilata Navîn tîne ziman. Gelekî ku xwe weke xwedayê Mezopotamyayê yê bi navê Asûr wekhev dîtiye, bi qasî trajediya bi serê Ermeniyan de hatî bi encameke felaket û xeternak re rûbirû bû. Divê mirov jidestdana Asûriyan ji bo çanda Rojhilata Navîn weke têkçûn, zirar û ziyaneke mezin bibîne. Mirov dikare bibêje ku dijminê herî mezin ê Asûriyan, şaristaniya Asûr bi xwe ye.
Eger gel û çanda li naverastê mayî bi lez tevdîra vê rewşa bêbergirî û parastinê negire, hêza bê wê heyf û tola xwe ji gel û çanda bermahiya wê şaristaniyê, hilîne. Asûrî bûne qurbanê rewşeke bi vî awayî. Asûrî hafize û bîra çanda Rojhilata Navîn in, nexasim jî ya Sumer, Aqad, Babîl, Hîtît, Fenîke, Mîtannî, Ûrartû, Med, Pers, Helen, Sasanî, Bîzans û Îslamê ne. Ne bi tenê hafize bûn, wan ev hafize pirr baş xwedî kir û xwe pê xwedî kirin. Di rêza yekemîn gelên afirîner ên Xirîstiyaniyê de tên. Di şaristaniya Rojhilata Navîn de hêmanên afirîner ên yekdestdariya bazirganiyê bûn. Ji ber ku ev çend bi şaristaniya Rojhilata Navîn re di nava hev de bûn, bêguman wê çarenûsa wan bi vê şaristaniyê ve girêdayî bûya. Bi bilindbûn û mezinbûna wê re wê bilind û mezin bibûna, bi ketina wê re jî wê biketana.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN










