Krîzên li Rojhilata Navîn

În 7 Mijdar 2025 - 03:00

  • Rêber Apo diyar dike civaka ku konfederasyona demokratîk ji xwe re dike bingeh, civaka aborî û ekolojîk e û wiha dibêje:”Aborîbûna wê tê wê wateyê ku bazarê nas dike, yekdestdariyê red dike. Ji ber ku yekdestdarî bi her cûre mêtinkarî û zordestiyê ve girêdayî ye, tê redkirin. Bazareke civakî mumkîne. Bazareke ketibe hakimiyeta yekdestdariyê, ti xêra wê li civakê nabe, bi tenê wê ji mêtinkariyê re xizmetê bike.”

Rêber Apo di pirtûka ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ berga 4’an a bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Krîzên Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ de bi berfirehî bal dikişîne ser krîzên heyî û çareseriya wê.

Encamên ku Rêber Apo derxistî holê beşa yekem wiha ye:

“Çanda Rojhilata Navîn bi zanist û îdeolojiya pozitîvîst a modernîteya Ewropayê çareser nabe. Dema îdea tê kirin ku çareser bûye, encama derdikeve holê oryantalizm e. Di dused salên dawî de ya ev paradîgmaya tê pêkanîn derxistiye holê û berbiçav nîşan daye, ne bi rastiyên dîrokî ne jî bi rewşên berbiçav yên rojane yên civaka Rojhilata Navîn re ti têkiliya xwe nîne. Cudahiya di navbera wan de bi qasî newal û geliyekî mezin e. Nêzîkatiyên ji rêûresmê yên ji nû ve di bin bandora xurt a oryantalîzmê de pêk tên (di serî de ekolên Îslamî her cure nêzîkatiyên kulturalîst) têgihiştina wan a heqîqetê ji rasti yê gelekî dûr e, ji wêjevaniyeke hişk û zuha wêdetir naçin.

Modernîteya kapîtalîst a bi paradîgmayê re di zikhev de xwe ava dike, rengên digire hem bi dîrokê hem jî bi rewşa berçav a rojane zêdetir bi nakok e. Bi cudahî û nakokiyê heyî re newal û geliyên kûr ên pêk hatine, xwe ji hovîtiyekê wêdetir bi cûreyên şer ên kêm hatine dîtin, îfade dikin. Ji vê ne xerîzeyên hundir ên kûr ne jî paşvemayîna çandî berpirsiyar in. Pirsgirêk bi şêwazê pêkanînê yê modernîteya kapîtalîst û bi şêwegirtina wê re têkildar e. Çandeke ku bi hezar salan di zikhev de jiyaye, ji bo bi vî rengî bijî hatiye avakirin (weke çanda maddî û manewî), modernîteya kapîtalîst bi pergelan wê parçe dike û radibe, hewl dide acenteyên xwe (kapîtalîzm û îndustriyalîzma dewleta netewe) di nava wê de bi cih bike. Encama vê yekê sedema bi rastî ya hovîtiya diqewime û wê biqewime ye. Jixwe rabihuriya nêz ya qewimî, ji hovîtî û qirkirinê zêde cudatir nebû.

Bi tevahî redkirin an jî qebûlkirina dewletan ji armancên azadî, wekhevî û demokratîk re xizmetê nake. Ji dewletê, nexasim jî ji dewleta netewe bihurîn karekî pêvajoyê ye. Konfederasyonên demokratîk serdestiya xwe û qabîliyeta xwe ya çareserkirina pirsgirêkan çiqasî bidin qebûlkirin, wê dewleta netewe jî bi xwe li dawiyê bimîne. Ev nayê wê maneyê ku di serî de yên dewleta netewe, li hem berî êrişên modernîteya kapîtalîst wê xwe neparêze. Ji bo bergirî û parastina civakê wê her tim hêza konfederasyonên demokratîk hebe.

Konfederasyonên demokratîk qîma xwe bi tenê bi rêxistiniya di nava dewletekê de nayînin. Li derveyî sînoran jî heta bixwazin dikarin xwe bi rêxistin bikin, yekîtiyên xwe yên jor ên konfederal pêk bînin û bibin xwediyê dîplomasiya xwe bi xwe.”

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.