Krîzên li Rojhilata Navîn

Çarşem 22 Cotmeh 2025 - 03:00

  • Rêber Apo li ser heqîqeta civakî û exlaq vê dibêje: “Mirov heta li zêhniyeta mirov weke şêweyê heqîqeta herî pêşketî ya tê zanîn serwext nebe, xebatên ji dil yên zanistî, hunerî û felsefî nabin. Bêguman şertê zêhniyeta mirov civakîbûna wî ye, lewma di heman demê de ev yek têkiliya heqîqetê bi civakê re ferz dike.”

Rêber Apo di pirtûka ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ berga 4’an a bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Krîzên Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ de bi berfirehî bal dikişîne ser krîzên heyî û çareseriya wê.

Nêrînên Rêber Apo wiha ne:

Rêber Apo li ser rastî û heqîqeta netew-dewlet û civaka polîtîk exlaqî vê nirxandinê dike: “Modernîteya kapîtalîst civakên Rojhilata Navîn bi tenê bi dewleta netewe bi qazoxekî qehîm ve girê neda; ji bandora bombeya atomê ya avêt Hîroşîmayê bi deh qatan zêdetir, bi dewletokên netewe bombe kir. Mirov dikare bibêje; nirxên çandî yên hevpar ên ji hezarên salan ve pêk hatine, bi bombebarandina dewleta netewe ya dused salên dawî hat parçeparçekirin. Bandora ti çeka fizîkî nikaribe nîşan bide, kir û rê li ber ji hev belavbûn û parçebûnekê vekir. Civakên Rojhilata Navîn çi weke sîstemên şaristaniyên dewletdar, çi jî weke dijberên wê sîstemên kominî, di ti dema dîroka xwe de bi qasî dema di bin hegemonya modernîteya kapîtalîst de ji nasname û yekparebûna xwe nehatin kirin, nehatin parçekirin ji xwe û hebûna xwe re xerîb neketin. Împaratoriya Ingilistanê ev sîstema herî bi bandor (bombeya atomê ya rastî) bi tenê li Rojhilata Navîn ne, li her aliyê dinyayê pêk anî û bi vî awayî hegemonya xwe domdar kir.”

Li ser heqîqeta civakê jî Rêber Apo vê nirxandinê dike: “Dewleta netewe tevî îdeayên zanistiyê hemûyan jî weke heqîqeteke civakî antîteyeke (hebûnîtî) herî lawaz û neyênî ye. Rola wê ya bingehîn ew e ku şîfreyên xwezaya civakî yên gelekî dewlemend in, bi navê homojenkirinê bike tek û yek. Ji lewra tek ziman, tek dîrok, tek al, tek millet, tek tîp siyaset, tek tîp jiyan û tek tîp îdeolojî, bi homojenkirina xwezaya civakî di zikhev de dimeşin.

Pêvajoya karê ya kapîtalîst bi van tîp çînîkirinan pêş dikeve û giştî dibe. Tevahiya dîrokê danehevên çandî yên madî û manewî yên ketine serhev dikin qurbanê du çînên bi homojenkirinê hatine çêkirin. Ev qurbankirineke rastî ye. Çiqasî ziman, bawerî û fikrên cuda, zihniyet û avahiyên polîtîk-exlaqî hebin di çarçoveya vê qurbankirinê de ne. Du rêbaz têne pêkanîn: qirkirina çandî û fizîkî û asîmîlasyon. Eger asîmîlasyon encama tê xwestin nede, qirkirinên fizîkî û çandî dikevin dewrê. Bi giştî rêbaz di zikhev de têne meşandin. Pêvajoya jê re heqîqetkirina tektîp ya lewaz û neyênî tê gotin bi vî awayî dimeşe.

Divê mirov baş zanibe ku metafîzîk jî cûreyekî diyarkirina heqîqetê ye. Nirxê heqîqetê yê mîtolojiyan jî heye. Di xwezayê de nedîtina berdêla wan, tinebûna nirxa wan a heqîqetê piştrast nake. Divê mirov ji bîr neke ku her tim têkiliya heqîqetê bi pêkhatina zihniyeta mirov re heye. Mirov heta li zihniyeta mirov weke şêweyê heqîqeta herî pêşketî ya tê zanîn serwext nebe, xebatên ji dil yên zanistî, hunerî û felsefî nabin. Bêguman şertê zihniyeta mirov civakîbûna wî ye, lewma di heman demê de ev yek têkiliya heqîqetê bi civakê re ferz dike. Di ti forma civak û dewletê de heqîqet bi qasî ya li cem dewleta netewe bi tehekumê re têkildar, lawaz û neyênî nehatiye kirin.”

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.