Krîzên li Rojhilata Navîn
Duşem 20 Cotmeh 2025 - 03:00
- Rêber Apo li ser karesatên kapitalîzmê bi serê aboriya civakê anî vê dibêje: “Vampîr û xwînmija jêre kapîtalîzm tê gotin, bi navê aboriyê felaket li ser serê wê kom kirine û ev qirkirinên rastî yên aboriyê ne. Hebûna sereke ya kapîtalîzmê ji bo jiyana aboriyê bivê nevê nîne, ew bela serê aboriyê ye, kanserojena wê ye.”
Rêber Apo di pirtûka ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ bergê 4’ê ya bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Krîzên Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ de bi berfirehî bal dikişîne ser krîzên heyî û çareseriya wê.
Hin nirxandin û analîzên Rêber Apo yên li ser ‘Li dijî kapitalîzmê civaka aboriyê’ wiha ne:
Civaka Rojhilata Navîn ji bo pêşengiya herdu nirxên aboriyê yên berî û piştî dîrokê bike bûye xwedî şans. Ango dizane aborî çiye? Vampîr û xwînmija jê re kapîtalîzm tê gotin, bi navê aboriyê felaket li ser serê wê kom kirine û ev qirkirinên rastî yên aboriyê ne. Civaka Rojhilata Navîn zehmetiyê dikişîne li vê serwext bibe û tê bigihije. Hebûna sereke ya kapîtalîzmê ji bo jiyana aboriyê bivê nevê nîne, ew bela serê aboriyê ye, kanserojena wê ye. Mirov bi tenê xebatên wê yên bi armanca karê yên li qadên mîna petrol, gaz, av û otomobîlê yên ku hawîrdorê hildiweşînin û civakê bi şeran dixeniqîne, ji hev derxe wan analîz bike, hingê rastî wê baştir bê fêhmkirin."
Rêber Apo bi domdarî vê nirxandinê dike: “Civak weke koman (malbat, qebîle, mezheb, eşîr, netewe) ji hezarên salan ve hene. Ya pêdivî pê heye ew e, ji bo parastina van komên di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de divê mirov şert û mercên wan bi yên modernîteya demokratîk re li hev bîne û heta hewce bike wan ji nû ve ava bike. Bi vî awayî mirov civaka sosyalîst a demokratîk, civaka aborî, civaka komên demokratîk yên antî-kapîtalîst û antî-yekdestdar dixe çarçoveya alternetîfa modernîteya demokratîk. Em dubare bikin: ya girîng pirbûna navan nîne, hebûna cewherî ye. Di vê de zelalbûn yekemîn pêştira bernameya modernîteya demokratîk e. Civakên Rojhilata Navîn ji vê nêzîkatiyê re xerîb nînin. Ya behsa wê tê kirin ew e ku mirov xwezaya civakî ya bi hezarên salan dijîn, bi îfadeyeke zanistî pêşkêşî wan bike. Ev di îradeya jiyana azad û neynika zanistê de li xwe teşmaşekirin birêvebirin e."
Li ser heqîqeta hebûna civakê jî Rêber Apo vê dibêje: "Heqîqet îfadeya azadbûyîna hebûna civakî ye. Ji bo berbiçavbûna wê, ya pêdivî pê heye ku divê mirov di heqîqeta zanista civakî de (di îfadeya wê ya rast de) berê xwe bide avakirina wê ya zanistî. Çawa ku di tevahiya dîrokê de hatiye dîtin û di roja me ya îro de jî, ti îdeolojî û tevgera xwe bi heqîqeta xwe bi rêxistin neke û ji bo jiyana azad a dest jê nabe nemeşe, serketî nabe. Divê mirov dîroka civaka Rojhilata Navîn a bi qasî mirovatiyê kevin, bi tevahî hêza dewlemendiya wê ya civakî bi nirxên civakî yên modernîteya demokratîk ve bikelîne, divê mirov nexasim li dijî hegemonya modernîteya kapîtalîst a di roja me ya îro de ti çaviya civakî ya bi îrade û zihniyeta xwe neketiyê nehiştiye, rabe, xwe biparêze û ji nû ve ava bike; ev wezîfeya herî prîoz e."
ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN