Heyva Sor a Kurd bû hêviya nexweşan
Duşem 17 Mijdar 2025 - 03:15

Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişloyê amadekariya lidarxistina pêşangeheke xêrxwaziyê ji nexweşên talasemî û penceşêrê re dike. Berpirsê Nexweşxaneya Onkolojî, Talasemî ya Heyva Sor a Kurd Ehmed Hacî got:“Ji bo em êşê veguherînin hevgirtinê û pêşerojeke ronî ji zarokan re ava bikin, pêwîst e her kes bibe alîkar.” Heyva Sor a Kurd ji bo êşê veguherîne hevgirtinê, amadekariya lidarxistina pêşengeheke xêrxwaziyê li Qamişloyê dike. Ew ê bi rêya pêşangehê hemû alîkariyan ji bo dermankirina nexweşên talasemî û penceşêrê veqetîne, her wiha hunera zarokan a ku bi destê xwe hunandine, pêşkêş bike. Ehmed Hacî diyar kir ku bi vekirina nexweşxaneyê re, barê nexweşan kêm bûye û hêviyên wan zêdetir bûne û got:’’Nexweşxaneya penceşêr û talasemiyê yekemîn nexweşxane ye ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedibe. Xizmetên ku em pêşkêşî nexweşan dikin bê pere ne, hemû karûbarên ji nexweşan re pêwîst, ji testên bijîşkî heta bi dayîna xwînê bê pere ne. Li gorî amarên me tomar kirine, heta niha nêzî 450 zarok bi talasemiyê ketine. Beriya ku nexweşxane were vekirin, nexweş rastî gelek zehmetiyan dihatin, gelek malbatan ji ber buhayên derman û peydakirina xwînê nedikarîn zarokên xwe derman bikin lê bi vekirina nexweşxaneyê re barê nexweşan kêm bû û hêviya wan a dîtina rojek nû zêde bû.”
Ambargo bandorê dike
Ehmed Hacî behsa xizmetên ku pêşkêşî nexweşên talasemî û penceşêrê dikin û got:“Rewşa siyasî ya li herêmê û girtina rêyan bandorê li rewşa nexweşan dike. Li gorî derfetên berdest xizmet ji nexweşan re tê pêşkêşkirin lê zehmetî gelek in. Di aliyê dabînkirina dermanan de zehmetî hene, buhayên dermanan bilind e, her ku hejmara nexweşan zêde dibe bi pêwisîtiya me bi dermanan çêdibe. Bi taybet peydakirina xwînê ji bo zarokan zehmet e û em astengiyan dikşînin. Bi rêya bangên em li xelkê dikin xwîn peyda dibe. Ji sedî 70 em xizmetên pêwîst pêşkêş dikin lê ji ber ti rêxistin û saziyên tenduristiyê yên derve alîkariya me nakin, em nikarin hemû pêwîstiyan bi cih bînin. Li aliyekî din, hejmara nexweşên pençeşêrê 600 heta 650 nexweş bûn lê bi girtina rêyan ji aliyê hikumeta veguhez a Şamê hejmara nexweşan bû 750. Nexweşên ku nedikarîn derbasî Şamê bibin û xwe derman bikin, derbasî gel me dibûn, lê ev yek jî bandorek di aliyê peydakirina dermanan de çêkir.”
Em êşê veguherînên hevgirtinê
Ehmed Hacî bang li xelkên herêmê kir ku piştgiriya zarokên nexweş bikin û êşên wan sivik bikin û got:“Ji bo zarok êşa xwe ji bîr bikin û em di warê piskolojîk de bi wan re bibin alîkar, em çalakiyên hunerî ji bo wan li dar dixin. Her wiha rûniştinên hişyariyê ji zarok û malbatên wan re çêdikin. Dîsa ji bo em êşê veguherînin hevgirtinê, niha amadekariya lidarxistina pêşangeheke xêrxwaziyê dikin. Pêşangeh bi dirûşma ‘Her tabloyek nameyek e’ tê lidarxistin û wê tê de hunera zarokan a bi destê xwe hunandine, were pêşkêşkirin. Banga me li gel û saziyan ew e ku li gorî derfetên xwe alîkariya zarokên nexweş bikin da ku em bi hev re êşa zarokan kêm bikin û pêşerojeke ronî ji wan re ava bikin.”
XWEBÛN/LÎLAV ELÎ















