Başûr starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da

Duşem 17 Mijdar 2025 - 03:25

Nûnertiya Koordînasyona Kongra Star ya Başûr û Meclisa Jinan ya PYD’ê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê da. Di daxuyaniya ku li Nûnertiya PDY’ê ya Başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê û ji aliyê Endama Komîteya Rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Mihemed ve hatî xwendin de, ev tişt hatin gotin:“Wek tevgera Kongra Star ji avabûyînê heta niha li ser mîrasa berxwedayîna kesên ji bo azadiyê berdêl dayî em meşiyane û mezin bûne. Em xwedî li ked û berxwedayîna wan derketine. Îro jî li dijî zihniyeta cîhadîst bi hemû hêza xwe a siyasî, polîtîk, civakî em têkoşîneke bê hempa didin meşandin. Li her deverekê Kurdistanê siyaseteke cuda hate meşandin. Îro li Sûriye jî bi rejîma ku anîne ser hukum ve siyaseteke rasterast ku jinê hedef digire û jinê bê îrade bihêle tê meşandin. Di Suriyeyê îro zihniyeteke wisa tê meşandin ku çaxa navîn jî derbaz kiriye. Ji aliyekêve pergala me a rêveberiya xweser bi hemû hêza xwe û bi têkoşîneke mezin ve dixwaze jinê bi îrade bike, ji bo wê jî hewldan dike, ji milê din ve pergaleke ku ji hêla cîhadîstan ve tê meşandin ji bo ku jinê hîn zêdetir têxe bin erdê, ji civakbûyînê qut bike hewldan dike. Em jî dizanin ku erka me di virde pir mezine û rola ku me dayî ser milê xwe pir girane. Desthilatiyê taybet van salên dawîde zêdetir li ser olperestî û zayendperestiyê kar kir. Teybet jî ji bo ku zayendperestiyê kûrtir bike ev beşên îslama radîkal xwedî rol kirin. Li Efganistanê Talîban, li Sûriye HTŞ ji ber wê yêkê bicih kirin û rê dane. Îro di şexsê van tevgeran de îradeya jin heta dawiyê tê şikandin, bê nasname, bê îrade tên hiştin. Bizanebûn tên tirsandin da ku jin ji malê xwe dernekevin. Eger jin xwedî rêxistin nebe neçar dimîne ku li beramberê qanûnên wan ên hovane serî bitewîne.

Iraq dixwaze bi qanûnan îradeyê bişikîne

Başûrê Kurdistanê jî xwedî mîraseke berxwedanêye. Em ji Leyla Qasiman bigirin heta Viyan Soranan, Hêro Bahadînan di têkoşîna azadiya jin de gelek berdêl hatiye dayîn. Li hemberê vê berxwedana jinan li pergala dewleta Iraqê de jî xeteriyên mezin ji bo jin hene. Taybet van salên dawî de qanûnên li dijî jinê ên bin navê yasaya rewşa kesî ku derdikevin, dide nîşandan ku îradeya jinê bi rêya qanûnan jî dixwazin bişkênin, zayendperestiyê mayînde û meşrû bikin. Dîsa di yasayên Iraqê de kûrkirina zewaca temenê biçûk û pirjiniyê heye. Li hemberê van pêkanînan em dizanin ku jin tu carê bêdeng namîne. Ji ber ku jinên li vê heremê xwedî mîrateyeke berxwedanê a kevnar in. Em di wê baweriyê de ne ku ji vir şûnde jî wê rêxistinbûyîna xwe xurttir bikin û li dijî pergala dijminê jinê wê sekneke hîn mezintir nîşan bidin. Teybet di vê pêvajoyêde weke rêxistinên jin hêza xwe kirina yek bersiveke herî mezine ji desthilatiyê re. Li hember van kiryaran em wek jinên Kurd bizanibin ku yêkitiya me wê çareseriya esasî bi xwe re bîne. Ji ber wê jî ji cihaneke demokratîk em yêkitiya jinên Kurd ava bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.